Mihemed Îsa: Retorîka mezhebî li ser jiyana Sûriyeyiyan kon vedaye

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Mihemed Îsa got sedema serweriya retorîka mezhebî ya li ser jiyana Sûriyeyiyan, xîtaba yekrengî û nebûna siyaseteke niştîmanî ya giştî ye, ku dikeve xizmetî ajandeyên herêmî.

Mihemed Îsa: Retorîka mezhebî li ser jiyana Sûriyeyiyan kon vedaye
8 gulan, 2025   05:06
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Li ser jiyana gelê Sûriyeyê rewşeke hêrs û retorîka mezhebperestî heye. Ji encamên wê jî pêkanîna komkujiyên li dijî Elewiyên li perava Sûriyeyê ne. Piştre ev rewş li gelek herêmên Sûriyeyê mîna gundewarê Şamê û Siwêdayê bi pêş ketin û belav bûn. Sedema wê jî nebûna siyaseteke niştîmanî ya giştî û xîtaba yekrengî di biryara Sûriyeyê de ye.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Mihemed Îsa ji ajansa me re li ser mijarê axivî û got: "Bê guman, ji kêliya destpêkê ya hilweşîna rejîma Esed a beriya 5 mehan ve û hatina hikumeta El Şeri ya îslamî li ser desthilata Şamê li şûna wî, atmosfêra retorîka mezhebî di nava pêkhateyên gelê Sûriyeyê de li ser jiyana wan kon vedaye."

Îsa diyar kir ku ev retorîk gihîştiye astên xwe yên herî bilind û wiha dewam kir: "Ev retorîka mezhebperestî ji encamên kiryarên hin komên cîhadîst ên Îslamî bi navên Hamzat, Emşat, Sultan Murad û hwd derketine holê. Ev kom, ji aliyê ajandeyên derve ve tên birêvebirin, bi ser desthilatên Tirkiyeyê ve ne û piştgiriya xwe jê werdigirin. Ev kom hatin teşwîqkirin û dehfdan ku komkujiyên mezin li dijî Elewiyên li perava Sûriyeyê pêk bînin. Wan koman Elewî qetil kirin, koçber kirin, şewitandin û revandin. Ev tevgera seferberiyê û hêrsa mezhebî li dijî tevahî pêkhateyên olî bi pêş ket."

XÎTABA YEKRENGÎ Û BERJEWENDIYÊN HÊZÊN DERVE’

Der barê sedemên vê yekê de, Îsa diyar kir ku sedema yekemîn ew e xîtaba yekrengî ya îslamî ya tekfîrî ku hikumeta El Şeri ji destpêkê ve pejirandiye, ku di hikumetê de yekmezhebî xwe nîşan daye û ji bo dewleta Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê tu vîzyoneke neteweyî tune ye."

Li gorî Îsa sedema duyemîn jî, hebûna berjewendî û projeyên herêmî yên Tirkî û Qeterî ne ku ji berjewendiya wan e qirkirkirinên etnîkî û olî pêk werin an jî qirkirina irqî û guhertina demografîk pêk werin ku projeyên xwe yên berfirehkirinê û împratoriyê pêk bînin.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Mihemed Îsal di dawiyê de got: "Eger gelê Sûriyeyê dixwazin dewleta xwe û yekitiya mozaîka xwe biparêzin û ronasansa xwe pêk bînin, ji bilî lidarxistina konferanseke neteweyî ya berfireh ku tu pêkhateyek ji gelên Sûriyeyê neyê bidûrxistin, rêyek din tune ye. Divê di konferansê de li ser destûra dewleta nû ya Sûriyeyê ya li ser bingeha civakeke sivîl a ilmanî ya demokratîk a nenavendî lihevkirin pêk bê. Ew jî dewleta hemwelatîbûnê, edalet û qanûnê ku desthilatan ji hev cuda bike û desthilat xwe bispêre wekheviya zayendî ya mêr û jinan di tevahî aliyên jiyanê de."

(mh/fr)

ANHA