Xebatkarên ajansa me hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a dagirker vegotin

Xebatkarên ajansa me hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê kantona Efrîn û Şehbayê vegotin.

Xebatkarên ajansa me hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a dagirker vegotin
6 kanûn, 2024   06:10
REQA

2 xebatkarên ajansa me ANHA’yê ku li herêma Şehbayê rûdiniştin û bi karwanên koçberên kantonên Efrîn û Şehbayê û Helebê re ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi rê ketin, hin agahî de barê rêwîtiya koçberiyê de dan.

Nûçegihanê ajansa me Cemîl Abdîn Umer ê ji kantona Efrîn û Şehbayê koçber bû, wiha got: "Piştî bombebarana berdewam a çeteyan, dergehek ji bo derketina sivîlan hate vekirin, dema ku em gihîştin xaçerêya Şêx Necar û ji kantona Efrîn û Şehba dûr ketin, çeteyên hewl dan me bi zorê vegerînin, dest bi tirsandina gel kirin û bi gotinên wekî “Bi pirtûka Xwedê em hatine we.” Xelk tirsandin, her wiha jin jî tirsandin da ku hîcabê li xwe bikin. "

Cemîl Umer wiha axaftina xwe dewam kir: “Berî ku em bigihêjin herêma Dêr Hafirê, me otomobîlek li kêleka rê dît ku şopa guleyan li ser hebû, di hundirê otomobîlê de kesekî kuştî hebû, çeteyan hewil da li ber çavên xelkê wî bişewitînin. Li gor gotinên wan, ew efserê hikûmeta Şamê bû. Çeteyan her tim gotinên wekî "Bi pirtûka Xwedê em hatine we" û "Em tên” digotin.”

Cemîl Umer diyar kir ku agahiyên piştrast hene ku 3 kesên li Şehbayê man û nekarîn xwe bigihînin karwanê, hatine kuştin.

Wergêrê beşa kurdî yê ajansa me ku ji Şehbayê ye Fewaz Reşo jî wiha got: “Kes naxwaze ji mala xwe derkeve, lê em bi zorê hatin derxistin û em derketin. Me Efrîn li pişt xwe hişt. Me li ser ragihandinê dît ku çawa komkujî pêk anîn.”

Fewaz Reşo wiha axaftina xwe dewam kir: "Me karî canê xwe ji nava van hovan rizgar bikin. Dema em derbas dibûn, wan bi awirên tijî kîn li me dinihêrî.”

Fewaz Reşo da zanîn ku çeteyan komkujî li dijî gelê Şehba û Til Rifatê pêk anîne.

Di 27’ê meha borî de, çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişên berfireh li ser gundewarên kantona Efrînê û Şehba pêk anîn. Di heman demê de çeteyên Heyet Tehrîr El Şam êrişî gundewarên bajarê Helebê kir û çend taxên bajêr desteser kirin, piştî vekişîna hêzên hikumeta Şamê ji wan taxan. Ev yek bû sedem ku bi hezaran malbat ji bajar û bajarokên Efrîn û Şehbayê û bajarê Heleb û gundewarên wê ber bi herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve koçber bibin.

(k)

ANHA