Li gundewarê Dêrazorê mayîn hatin bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê kantona Dêrazorê mayîn bêbandor kirin û belavokên hişyariyê li gundiyan belav kirin.

Li gundewarê Dêrazorê mayîn hatin bêbandorkirin
28 sibat, 2025   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gundewarê Dêrazorê 3 mayînên bêbandor kirin.

Li gorî nûçeya ku malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşandiye, hêzên ewlekariyê li  7 gundên kantona Dêrazorê (Hisêniyê, Salihiyê, Hetla, Merat, Mezlûm, Xeşan û Tabiya) 3 mayîn bêbandor kirin.

Hate diyarkirin ku hêzên ewlekariyê belavokên hişyarkirina ji mayînan li gundiyan belav kirin û bang li wan kirin li gorî talîmatên di belavokan de hatine diyarkirin tev bigerin.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku 7 gundên navborî  ku li aliyê rojhilatê çemê Firatê ye, piştî rûxandina rejîma Esed ketin bin kontrola QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Kantona Dêrazorê.

(bb)