Pêşangeha Pirtûkên Kurdî bi dawî bû

Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ku di 12’ê Gulanê de bi boneya Cejna Zimanê Kurdî hatibû vekirin, îro bi şahiyekê û xelatkirina kesayetên ked di ber pêşxistina ziman de dane bi dawî bû.

Pêşangeha Pirtûkên Kurdî bi dawî bû
Pêşangeha Pirtûkên Kurdî bi dawî bû
Pêşangeha Pirtûkên Kurdî bi dawî bû
Pêşangeha Pirtûkên Kurdî bi dawî bû
Pêşangeha Pirtûkên Kurdî bi dawî bû
14 gulan, 2026   21:02
QAMIŞLO

Di 12’ê Gulanê de Meclisa Wêjeyê ya Rojava-Qamişlo bi boneya Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulan), bi dirûşma “Zimanê Me Mafê Me Yê Rewa Ye”, Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Pirtûkxaneya Şilêr a bajarê Qamişloyê li dar xist. 

Pêşangeh îro bi şahiyekê bi dawî bû. Wêjevan, pirtûkhez û helbestvan beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de Weşanên Şilêrê ji bo keda wan a di pêşxistina zimanê Kurdî de xelat pêşkêşî Mihemedê Pîrê, Viyan Hesen, Merwan Berekat û Evîn Teyfûr kirin.

(bî/fr)

ANHA