Şehîdê Nemir ê Berxewdana Serdemê: Rizgar Bîrhat

Şervan Rizgar Bîrhat di Berxwedana Serdemê de bi "Şehîdê Nemir" hate naskirin, ji ber ku tu carî serî netewand û teslîmkarî qebûl nekir, êşa xwe ji bîr kir û rêya têkoşîna bav û her du birayên xwe berdewam kir.

Şehîdê Nemir ê Berxewdana Serdemê: Rizgar Bîrhat
Şehîdê Nemir ê Berxewdana Serdemê: Rizgar Bîrhat
Şehîdê Nemir ê Berxewdana Serdemê: Rizgar Bîrhat
17 adar, 2024   03:13
HELEB
MIHEMED EBDO

Şervan Rizgar Bîrhat ji gundê Baxçe yê navçeya Bilbilê yê bajarê Efrînê ye. Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê tev li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû. Malbata Rizgar Bîrhat erka parastina şoreşê da ser milê xwe û cihê xwe di berxwedana taxa Şêxmeqsûd a Helebê de girt. 

Bavê şervan Rizgar di berxwedana taxa Şêxmeqsûdê de û birayên wî Dogan Mezlûm li navçeya Cindirêsê di Berxwedana Serdemê de şehîd bûn.

Şervan Rizgar piştî ku bi giranî birîndar dibe û hate gotin şehîd bûye ji berku gelek rojan winda bû, bi navê Şehîdê Nemir hate naskirin.

Çîroka şervan Rizgar bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Efrînê dest pê dike. Bersiva erka parastina welêt li kêleka hevalên xwe yên Foca Bajarê Helebê da û li eniya navçeya Recoyê û gundên Meydana yên navçeyê li ber xwe da.

Rizgar têkildarî wan rojan got: "Min dizanîbû ku şer dijwar e. Xwezaya şer li Recoyê ne wek ya Efrînê bû. Balafir û tank hebûn, lê belê me bi biryardarî şer kir û soza xwe bi cih anî."

Piştî berxwedana 3 rojan li girekî nêzî gundê Meydan Ekbezê, balafirên şer nuqteya şervanan kirin hedef û di encamê de 2 rêhevalên Rizgar şehîd dibin û yek din jî bi giranî birîndar dibe.

Rizgar der barê de got: "Balafirên dewleta Tirk saet di 3:00`an de nuqteya me kir hedef. Ez birîndar bûm û ji ser hişê xwe ve çûm. Min nikarî ji cih bilivim. Piştî 5 saetan bi ser xwe ve hatim. Pê hesiyam ku çete nêzî nuqteya me bûn. Min xwe di nava daran de veşart."

NEMIRÎ Û NESAX

Şervan Rizgar gotina serpêhatiya xwe wiha didomîne: "Piştî ku çete ji herêmê derketin, ji hevalên xwe piştrast bûm bê ka sax in lê na, lê belê şehîd bûbûn. Min bi xuşînê xwe gihand nuqteya tenduristiyê. Pir diêşiyam. Min dixwest xilas bibim, ji bo ku têkoşînê berdewam bikim."

Rizgar wiha domand: "Pir li çolê mam, 3 roj û nîv ber bi geliyê ve dixuşîm. Nîv saetekê dixuşîm dûre, ji ber êşa birînan ji ser hişê xwe ve diçûm. Dûre min xwe komî ser hev dikir û rêya xwe temam dikir. Di rê de şîvanekî alîkariya min kir û cihê min nîşanî hevalan da."

Piştre şervanan Rizgar rakirin nexweşxaneya Avrîn, di beşa çavdêriya taybet de 13 rojan tê dermankirin. Dûre ji bo temamkirna dermankirinê ji bo bajarê Helebê tê veguhastin. Ji ber ku di hin cihan de piştê wî şikestibû û bermahiyên bombeyan di laşê wî de bûn.

Şervan Rizgar di dawiyê de got: "Israr û vîna min a jiyanê, ji israr û soza ku min di berxwedanê de daye û ji xwîna hevalên min ên ku li kêleka min şehîd bûne, min girt."

(şx)

ANHA