Studyoya Tebqayê straneke nû bi navê ˊIhzer ya tirkîˊ derxist

Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Tebqayê bi hevkariya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk çalakiyeke hunerî, hemwextî nêzbûna revandina Rêber Abdullah Ocalan destpêkirina straneke nû ji studyoya Tebqayê bi navê ˊIhzer ya tirkîˊ li dar xist.

Studyoya Tebqayê straneke nû bi navê ˊIhzer ya tirkîˊ derxist
Studyoya Tebqayê straneke nû bi navê ˊIhzer ya tirkîˊ derxist
Studyoya Tebqayê straneke nû bi navê ˊIhzer ya tirkîˊ derxist
Studyoya Tebqayê straneke nû bi navê ˊIhzer ya tirkîˊ derxist
Studyoya Tebqayê straneke nû bi navê ˊIhzer ya tirkîˊ derxist
Studyoya Tebqayê straneke nû bi navê ˊIhzer ya tirkîˊ derxist
Studyoya Tebqayê straneke nû bi navê ˊIhzer ya tirkîˊ derxist
Studyoya Tebqayê straneke nû bi navê ˊIhzer ya tirkîˊ derxist
Studyoya Tebqayê straneke nû bi navê ˊIhzer ya tirkîˊ derxist
3 sibat, 2024   18:16
TEBQA

Bi sedan xelkê Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, tevgerên jin, ciwan, rûspiyên eşîran li pêş avjenîgeha Endelus a li taxa El Sanî kom bûn ku beşdarî çalakiyê bin. 

Çalakî bi meşê ji pêş avjenîgeha Endelus dest pê kir û beşdaran pankartên ˊAzadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me yeˊ û diruşmên ˊbijî berxwedana Îmraliyê, hilweşe dagirkeriya Tirkˊ hildan.

Li pêş Navenda Çand û Hunerê meş vegerî mîtîngê. Li wir li ser navê Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Tebqayê hevserok Elî Elaya axivî û got: "Em dengê xwe bilind dikin, da ku li hember komploya li dijî Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan were bilindkirin."

El Elaya wiha domand: "Fikrên ramannas û fîlezof Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirine, ji bo gelên azadîxwaz ronahî ne. Rejîmên kapîtalîst ên ji vê fikrê ditirsin şerê wî kir."

El Elaya wiha pê de çû: "Dewletên komployan li dijî gel, fikir û felsefeya Rêbertî pêk tînin, nikarin roja me tarî bikin û em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî li ber xwe bidin."

Di çalakiyê de koma şano ya Tebqayê bi sernavê ˊBi fikrê em rizgar bûnˊ şanoyek pêşkêş kir.

Di dawiyê de ji derhêneriya studyoya Tebqayê ya hunerê strana nû ya bi navê ˊIhzer ya tirkîˊ ji hêla stranbêj Şadî Zibêdî ve û koma mûzîkî ya Tebqayê ve hate pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA