Strana `Birîndarên Şer` derket

Hunermend Aycan Kobanê têkildarî fedakarî û têkoşîna jinan a li hemberî çeteyên DAIŞ`ê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, stranek bi navê "Birîndarên Şer" amade kir.

Strana `Birîndarên Şer` derket
9 adar, 2024   15:27
KOBANÊ

Hunermend Aycan Kobanê strana "Birîndarên Şer" amade kir. Di stranê de Aycan balê dikêşe ser fedakariyên jin û ciwanên Kurd ên di şer de ku li hemberî DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker kirine. 

Aycan Kobanê meha Tebaxê strana bi navê "Dixwazim vegerim axa welatê xwe" amade kiribû. Stran li ser êşên koçberan û windabûna sûriyeyiyan di rêwîtiya koçberiya ber bi Ewropayê de bû.

Aycan di şerê Kobanê de jî, straneke bi navnîşan "Fermandaro Serî Rake" û strana "Ceng E Ceng E" amade kiribû.

11`ê Sibatê dewleta Tirk a dagirker êriş avahiya Federasyona Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Qamişloyê kiribû û di encamê de 2 fermandar; Soxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûbûn.

(şx)

ANHA