YPJ`ê 8`ê Adarê pîroz kir

YPJ`ê li Reqayê 8`ê Adarê pîroz kir û soza “mezinkirina têkoşînê heta avakirina welatekî ewle” da.

YPJ`ê 8`ê Adarê pîroz kir
YPJ`ê 8`ê Adarê pîroz kir
YPJ`ê 8`ê Adarê pîroz kir
YPJ`ê 8`ê Adarê pîroz kir
YPJ`ê 8`ê Adarê pîroz kir
YPJ`ê 8`ê Adarê pîroz kir
YPJ`ê 8`ê Adarê pîroz kir
9 adar, 2024   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li kantona Reqayê bi boneya 8`ê Adarê çalakiyek li dar xist. Endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Rohilat Efrîn û gelek fermandarên din tev lê bûn.

Di çalakiyê de şervanên YPJ`ê toreneke leşkerî li dar xist. Dûre endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Rohlat Efrîn axivî û ev roj li tevahî jinan pîroz kir û got: "Jinan di têkoşîna li hember terora DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker de roleke girîng lîst. Ne tenê herêm parast, lê belê jinan seranserî cîhanê bi dirûşma `Jin, jiyan, azadî` parast."

Dûre endamên Fermandariya Giştî ya YPJ`ê gul li şervanên YPJ`ê belav kirin û di nava kolanên bajarê Reqayê de heta Çerxerêya El Neîm meşiyan ku li wir YPJ`ê sala 2017`an rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ`ê ragihandibû.

Li çerxerêyê fermandariyê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ew ê têkoşînê mezin bikin heta ku welatekî azad bi dest bixin.

(şx)