Stasyona kehrebê ya Curniyê ji xizmetê derket

Di encama bombebarana stasyona kehrebê ya bajarê Curniyê yê kantona Tebqayê de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve stasyon ji xizmetê derket.

Stasyona kehrebê ya Curniyê ji xizmetê derket
9 ÇILE, 2025   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker depoyên genim û stasyona kehrebê li bajarê Curniyê yê kantona Tebqayê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ajansa me wergirtine, di encama bombebaranê de stasyona kehrebê ji xizmetê derket û kehrebe li ser welatiyan qut bû.

(fr)