Gelê Qamişlo 5 tabûrên din ava kirin

Meclisa Gel a Taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo, di çarçoveya beşdariya seferberiya ji bo piştgiriya QSD, YPG û YPJ'è de bi daxuyaniyekê avakirina 5 tabûrên HPCˋê ragihand.

Gelê Qamişlo 5 tabûrên din ava kirin
Gelê Qamişlo 5 tabûrên din ava kirin
Gelê Qamişlo 5 tabûrên din ava kirin
Gelê Qamişlo 5 tabûrên din ava kirin
Gelê Qamişlo 5 tabûrên din ava kirin
Gelê Qamişlo 5 tabûrên din ava kirin
Gelê Qamişlo 5 tabûrên din ava kirin
Gelê Qamişlo 5 tabûrên din ava kirin
9 ÇILE, 2025   18:15
QAMIŞLO

Meclisa Gel a Taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo, di çarçoveya beşdariya seferberiya ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya  Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de,  bi daxuyaniyekê di bin sîwana Hêzên Parastina Civakî (HPC) de avakirina 5 tabûran ragihand.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Ol û Baweriyan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Elî Mihemed ve bi zimanê Kurdî û ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ridwan Îsa Silêman ve bi zimanê Erebî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dikevê 15 saliya xwe û hat diyarkirin ku çi dibe bila bibe ew ê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, piştgirî bidin berxwedana QSD, YPG, YPJ’ê, bi vîn û bawerî, ew ê destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Di berdewama daxuyaniyê de berxwedana Bendava Tişrînê ya hêzên QSD, YPG û YPJ’ê, ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hate silavkirin û hat destnîşankirin ku,"Bi armanca tevlêbûna aktîv a, di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de, û bi şiyara “Her gund, tax, bajêr û kolanekê em xwe rêxistin bikin û destkeftiyên xwe yên şoreşê bighînin serkeftina demokratîk û azadiyê.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Em ê xwe biparêzin û dagirkeriyê têk bibin.”

Di kêliya dayîna daxuyaniyê de alên QSD’ê hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê” hatin berzkirin.

(bm-şq/fr)

ANHA