SOHR: Tevgera DAIŞ`ê li çolistana Sûriyeyê zêde bûye

Li çolistana Sûriyeyê liv û tevgera çeteyên DAIŞ`ê zêde bûye. SOHR`ê hişyarî da ku dibe DAIŞ careke din li Sûriyeyê êriş bike.

SOHR: Tevgera DAIŞ`ê li çolistana Sûriyeyê zêde bûye
12 ÇILE, 2025   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SHOR) aşkera kir ku tevgera çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyeyê zêde bûye. Her wiha diyar kir ku di navbera çiyeyê El Omer û El Bişrî de tevgereke zêde ya DAIŞ`ê heye.

SOHR`ê da zanîn ku li gorî agahiyên bi dest xistine, DAIŞ bi hêsanî tev digere, vê dawiyê "dewreyên perwerdeyê yên leşkerî di navendên taybet de li herêma Hemad û li nêzî bajarê Sexneyê bi dawî kirine".

 SOHR`ê diyar kir ku DAIŞ plan dike ku êriş rojhilatê Hemayê bike û hin gundên stratejîk ên herêmê kontrol bike û di heman demê de got DAIŞ`ê sûd ji rewşa piştî ketina rejîma berê girtiye û gelek çek û cebilxane desteser kiriye.

Gelek dewletên ereb û biyanî hişyarî dabûn ku DAIŞ li Sûriyeyê xurttir bibe û careke din li ser herêmê û cîhanê tev de xetere be.

(şx)