Navaroka daxuyaniya civînên Riyadê

Di daxuyaniya dawî ya civînên Riyadê yên têkildarî Sûriyeyê de, piştgiriya çareseriya siyasî, parastina mafên sûriyeyiyan hate kirin û ketina Îsraîlê di nava xaka Sûriyeyê de hate şermezarkirin, lê behsa mijara êrişên bênavber ên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nehat kirin.

Navaroka daxuyaniya civînên Riyadê
12 ÇILE, 2025   20:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî Sûriyeyê û gavên piştgiriya wê, wezîrên karên derve û nûnerên gelek dewletên ereb û rojavayî li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê civîn li dar xistin. 

Li gorî daxuyaniya ku piştî civînan hatiye dayîn hat gotin ku pêngavên ji bo piştgiriya gelê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin, piştgiriya wî di vê merheleya girîng de were kirin, her wiha alîkariya jinûve avakirina Sûriyeyê were kirin. Cihê terorê di Sûriyeyê de tune ye. Nabe serweriya wê were binpêkirin û tu êriş ji tu alî ve li dijî yekitiya xaka wê were kirin.

Her wiha beşdarên civînan rêbazên piştgiriya pêvajoya veguhastina siyasî nîqaş kirin ku divê nûnerên hêzên siyasî û civakî li Sûriyeyê mafên tevahî sûriyeyiyan biparêzin, pêkhateyên gelê Sûriyeyê tev li vê pêvajoyê bibin, jêderên metirsiyên tevahî aliyan bi rêya diyalogê û şêwiriyê çareser bikin. Beşdaran got ew bi vebijarkên gelê Sûriyeyê re ne û rêzê ji vîna wî re digirin.

Mijara ketina Îsraîlê di nava axa Sûriyeyê de rojeva civînan bû, lê behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sûcên wê yên li dijî herêmê nehate kirin.

(şx/fr)

ANHA