QSD’ê bersiv da: 3 çete hatin kuştin, 6 dron hatin xistin

Di çalakiyên bersivdayînê yên QSD’ê de, li derdora Bendava Tişrînê de 6 dron hatin xistin 3 çete hatin kuştin.

QSD’ê bersiv da: 3 çete hatin kuştin, 6 dron hatin xistin
24 adar, 2025   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên dagirkeran û çalakiyên bersivdayînê yên şervanan aşkera kir.

Daxuyanî wiha  ye:

"Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh (Yekşem) li derdora Bendava Tişrînê êrişî nuqteyeke hêzên me kirin. Şervanên me bersiva êrişê da û şer derket. Di encamê de êriş hat têkbirin, 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Piştî êriş hat têkbirin, dagirker û çeteyan vê carê bi hejmareke dronan êrişî nuqteyên hêzên me kirin. Yekîneyên Şehîd Harûn, 3 jê xwekujî 6 dron xistin. Di heman wextî de balafirên bê mirov ên dagirkeran li ser herêmê digeriyan.

Eniya Qereqozaqê, dewleta Tirk a dagirker  û çeteyên wê bi zêdetirî 8 guleyên obîsan gundên Bîr Hiso û Xişxane bombebebaran kirin. Di encamê de zerar gihîştin milkên şêniyan.

Tevahiya duh balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Kobanê û bajarê Eyn Îsayê û gundewarên wan digeriyan."

(bb)

ANHA