SOHR: Di kemînekê de 6 endamên komên Îranê hatin kuştin

Di kemîneke çeteyên DAIŞ′ê li ser rêya Tedmur-Humisê de 6 endamên girêdayî komên Îranê hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

SOHR: Di kemînekê de 6 endamên komên Îranê hatin kuştin
5 kanûn, 2023   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), gelek endamên komên alîgirên Îranê di nava kuştî û birîndaran de gihaştin nexweşxaneya Tedmurê.

Li gorî SOHR′ê çeteyên DAIŞ′ê dema erebeyeke leşkerî ya komên girêdayî Îranê di ser rêya Tedmur-Humisê re derbas dibû mayînek bi wan de teqand, di encamê de 6 kes hatin kuştin û gelek birîndar bûn.

Beriya du rojan jî çeteyên DAIŞ′ê bi çekên giran li ser rêya rojavayê Dêrazorê êrişî nuqteyên Dîfa El Wetenî kir.

Li beyarê Sûriyeyê êrişên DAIŞ′ê bi rêya çandina mayîn û êrişên li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê dewam dikin, di heman demê de balafirên şer ên Rûsyayê herêmên çeteyên DAIŞ′ê lê ne, bombebaran dikin.

(fr)