Balafirên şer Bamernê bombebaran kirin

Balafirên Artêşa Tirk a dagirker bajarokê Bamernê ya ser bi Dihokê bombebaran kirin, welatiyek birîndar bûye.

Balafirên şer Bamernê bombebaran kirin
5 kanûn, 2023   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ketine destê ajansa me de, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker danê siharê, bajarokê Bamernê ya ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kirine.

Li gorî agahiyan di encama êrişê de welatiyek birîndar bûye.