SOHR: Di 24 saetan de 11 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku di 24 saetên dawî de 11 kes hatin kuştin.

SOHR: Di 24 saetan de 11 kes hatin kuştin
4 adar, 2025   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li deverên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetên dawî de 11 kes hatine kuştin.

SOHR’ê der barê mijarê de diyar kir ku li herêma Elyaniya ya başûrê Tedmurê (Palmîra) 5 endamên hêzên ewlekariyê yên desthilata Şamê ji ber teqîna mayînekê bi erebeya wan ve hat kuştin. Li gundewarê başûrê Quneytrayê jî ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer zarokek hat kuştin.

Li bajarê Heresta ya gundewarê Şamê jî cenazeyê kesekî hat dîtin ku berî du rojan ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin. Hate diyarkirin ku li ser cenaze şopên guleyan hebin. Li gundê Bêrîn ê Hemayê jî cenazeyê kesekî berê hatibû revandin, hate dîtin.

Li gundewarê bakurê Helebê yê di bin dagirkirina çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, hêzên desthilata Şamê ji bo rizgarkirina girtiyekî bi ser girtîgehekê ve girtin û şer derket. Di encamê de endamekî hêzên desthilata Şamê hat kuştin.

Birîndarekî êrişa li dijî nimêjkeran a li bajarê Heyalîn ê Hemayê hat kuştin. Li bajarê Idlibê jî kesek dema bi çifteya nêçîrê dilîst qeza kir û jiyana xwe ji dest da.

(bb)