Bi boneya 8’ê Adarê şevbuhêrkek li Hecînê hat lidarxistin

Jinên ji gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê (8’ê Adarê) şevbuhêrkek organîze kir û tê de tabloyên mîrasî yên hunerî hatin pêşandan, xurme û qehwe hatin belavkirin û helbest hatin xwendin.

Bi boneya 8’ê Adarê şevbuhêrkek li Hecînê hat lidarxistin
Bi boneya 8’ê Adarê şevbuhêrkek li Hecînê hat lidarxistin
Bi boneya 8’ê Adarê şevbuhêrkek li Hecînê hat lidarxistin
Bi boneya 8’ê Adarê şevbuhêrkek li Hecînê hat lidarxistin
Bi boneya 8’ê Adarê şevbuhêrkek li Hecînê hat lidarxistin
Bi boneya 8’ê Adarê şevbuhêrkek li Hecînê hat lidarxistin
Bi boneya 8’ê Adarê şevbuhêrkek li Hecînê hat lidarxistin
Bi boneya 8’ê Adarê şevbuhêrkek li Hecînê hat lidarxistin
Bi boneya 8’ê Adarê şevbuhêrkek li Hecînê hat lidarxistin
4 adar, 2025   00:31
DÊRAZOR

Kombîna Jinan a Zenûbiya bi boneya 8’ê Adarê, li bin konekê li bajarê Hecînê yê gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê şevbuhêrkeke jinan organîze kir. Di çalakiyê jinên ji tevahî temenan beşdar bûn.

Di bernameya şevbuhêrkê de komeke çalakiyên çandî û hunerî, tabloyên antîkî û mîrasî ku sembolên jinan û girîngiya wê di mozaîka civakî de berz dikin, hatin pêşkêşkirin.

Her wiha xurme û qehqeya erebî li beşdaran hatin belavkirin.

Di çalakiyê de hevseroka Meclisa bajarê Sosê Safiye El Ehmed helbestên li ser êşên jinan û hêviyên wan xwendin.

Li kêlek wê jî helbestên li ser hêvî û rizgariyê û rola jinan li hemberî astengiyan û guhertinê hatin xwendin.

Şevbuhêrk bi dîlanên gelêrî bi dawî bû.

(fr)

ANHA