SOHR: 2 efserên Rûsyayê û 5 efser û leşkerên Şamê hatin kuştin

Li bejahiya Dêrazorê di êrişeke çekdarî de 2 efserên hêzên Rûsyayê û 2 efser û 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

SOHR: 2 efserên Rûsyayê û 5 efser û leşkerên Şamê hatin kuştin
14 cotmeh, 2024   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di êrişeke çekdarî ya li bejahiya Dêrazorê ya di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de, 2 efserên hêzên Rûsyayê û 2 efeser û 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin. Li gorî çavkaniyên SOHR’ê, dibe ku êriş ji aliyê şaneyên DAIŞˈê ve hatibe kirin.

Hate diyarkirin ku êriş pêr (12 Cotmeh) pêk hatiye, tê de çekên sivik û navîn hatine bikaranîn û piştre dron li ser herêmê geriyane.

Rayedarên Rûsyayê der barê kuştina 2 efserên xwe de tu agahî nedane.

Li gorî daneyên SOHRˈê, ji destpêka îsal ve di şer û êriş û kemînên li bejahiyên Dêrazor, Reqa û Humisê de, 564 kes (57 welatî, 2 jê zarok û 460 leşkerên Şamê û komên girêdayî wê û 47 çeteyên DAIŞˈê) hatine kuştin.

(bb)