Siyasetmedaran hişyarî da: Danezana Destûrî yekitiya Sûriyeyê têk dibe

Siyasetmedar û çalakvanên sûriyeyî diyar kir ku "Danezana Destûrî" ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye derxistin, dê welat vegerîne serdema destpotiyê.

Siyasetmedaran hişyarî da: Danezana Destûrî yekitiya Sûriyeyê têk dibe
Siyasetmedaran hişyarî da: Danezana Destûrî yekitiya Sûriyeyê têk dibe
Siyasetmedaran hişyarî da: Danezana Destûrî yekitiya Sûriyeyê têk dibe
Siyasetmedaran hişyarî da: Danezana Destûrî yekitiya Sûriyeyê têk dibe
Siyasetmedaran hişyarî da: Danezana Destûrî yekitiya Sûriyeyê têk dibe
27 adar, 2025   06:15
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Piştî ragihandina "Danezana Destûrî" ji aliyê desthilata Şamê ve di 13’ê Adarê de, xuya ye ku dîmena siyasî li Sûriyeyê di qonaxeke aloz de ye, li gorî ku gelek siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetiyên sûriyeyî yên navdar dibînin.

Hevserokê ofîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Tebqayê Xalid El Esker ev danezan wek "paşveçûna demokratîk" bi nav kir û da zanîn ku ew danezan erkên zêde dide serok, wekî ku fermandariya bilind a artêşê, destnîşankirina endamên Meclisa Gel û serpereştiya pêvajoya siyasî.

El Esker hişyarî da ku "ev nêzîkatiya yekalî welat ber bi perçebûn û bêaramiyê ve dibe", her wiha xwest "hemû aliyên siyasî bi awayekî berfireh beşdarî sazkirina peymana civakî ya nû bibin.”

Endama Meclisa Giştî ya PYD`ê li kantona Reqayê Recaa Ebdilrehîm bal kişand ser pirsgirêkeke bingehîn a danezanê û got: "Jin di refên pêş ên şoreş û guhertinan de ne, lê di danezanê de tu garantiya mafên wan tune bû." Her wiha got: "Pêşguhkirina rola jinan di pêvajoya veguheztina siyasî derfetên ji bo avakirina demokrasiyeke rast têk dide. "

Çalakvana siyasî û endama Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ebîr Silêman, ev daxuyanî wek "vegerandina rejîma kevn bi qalibekî nû" nirxand û da zanîn: "Hişmendiya dûrxistinê diçesipîne û pêkhateyên bingehîn ên civakê biçûk dixe, her wiha mekanîzmayên parastina azadiyan têne nînin.”

BANGA JI BO PÊKANÎNA REFORMAN

Çalakvana siyasî Muna El Dalî ya endama Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê jî tekez kir: "Sûriyeya nû hewceyî destûreke nû ye ku cihêrengiya wê nîşan bide û mafên hemû welatiyên wê garantî bike. Lêvegerke berfireh li ser Danezana Destûrî were kirin û hemû pêkhate berşdarî proseya nivîsandinê bibin. Divê di destûrê de garantiyên zelal ji bo azadiyên bingehîn û mekanîzmayên parastina mafên jinan hebin. "

(k)

ANHA