Dr. Fernaz Etiya: Hiştina Rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de ne rewa ye

Dr. Fernaz Etiya destnîşan kir ku hiştina Rêber Abdullah Ocalan di zindanê de, bi taybetî piştî însiyatîfa aştiyê, êdî ne rewa ye û divê dewleta Tirk jî di çarçoveya pêvajoya aştiyê de gavekê biavêje.

Dr. Fernaz Etiya: Hiştina Rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de ne rewa ye
27 adar, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên têkildarî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de ku banga aştî û civaka demokratîk dike, dewam dikin.

Lêkolîner û doktora zanistên siyasî ya ji Misirê Fernaz Etiya destnîşan kir ku banga agirbest û aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê gaveke girîng e.

Dr. Fernaz Etiya diyar kir ku Enqere di siyaseta xwe ya li hember Kurdan de heta niha tu guhertineke erênî nîşan nedaye, lê êrişên xwe yên li dijî Kurdan hem li nava xaka xwe û hem jî li Sûriyeyê berdewam kirine û got: “Piştî ku Ocalan însiyatîfa xwe ragihand, me tu gaveke erênî ji aliyê Tirkiyeyê ve nedît. Li şûna vê, êrişên li dijî Kurdên Sûriyeyê jî dewam kirin. Li hundir jî Tirkiye polîtîkayên cudakar ên li hemberî Kurdan, înkarkirina mafên wan ên çandî didomîne.”

Dr. Fernaz Etiya li ser rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê, bi taybetî piştî girtina şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û şermezarkirina navneteweyî ya li ser vê mijarê axivî û got: "Dibe ku ev bûyer zextê li desthilata AKP’ê bike ku siyasetên xwe binirxîne, bi taybet ji ber zêdebûna rexneyên navneteweyî yên der barê mafên mirovan û demokrasiyê li Tirkiyeyê de.”

Fernazê got: "Îhtîmaleke mezin heye ku ev alozî bibin sedema guhertina desthilatê ku dikare ji bo Kurdan hin lêvebûn çêbin, çi di nava Tirkiyeyê de û çi jî li welatên cîran wekî Iraq û Sûriyeyê.”

GIRÎNGIYA AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Fernaz Etiya bal kişand ser girîngiya azadiya Rêber Abdullah Ocalan, bi taybetî ku girtina wî 25 sal derbas kiriye. Fernazê diyar kir ku serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan dê gaveke girîng be ji bo nîşandana cidiyeta Tirkiyeyê li ser mijara lihevhatina bi Kurdan re û got: “Hiştina Abdullah Ocalan di zindanê de, bi taybetî piştî însiyatîfa aştiyê, êdî ne rewa ye û divê Tirkiye jî di çarçoveya pêvajoya aştiyê de gavekê biavêje.”

Di dawiyê de Dr. Fernaz Etiya destnîşan kir ku ev însiyatîf dikare bibe destpêkeke nû ji bo têkiliyên aram di navbera Tirkiyeyê û Kurdan de û bibe sedema aştiya li Rojhilata Navîn.