ji PYD'ê banga: Li dijî dagirker û xiyanetê helwesteke hevpar nîşan bidin!
Hevserokatiya Rêxistina PYD’ê ya Girê Spî bertek nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê da û diyar kir ku divê gelê Kurdistanê li dijî dagirkerî û xiyanetê helwesteke hevpar nîşan bidin.
![ji PYD'ê banga: Li dijî dagirker û xiyanetê helwesteke hevpar nîşan bidin!](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_66a7d9e342f2a.jpg)
Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li dijî Başûrê Kurdistanê didomin. Hevseroketiya rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Girê Spî bang li Kurdan kir ku li dijî dagirker û xiyanetê helwesteke cidî û xurt nîşan bidin.
Hevserokê rêxistina PYD'ê ya Girê Spî Sebrî Nebo tevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re di siyasetên qirkirina Kurdan de şermezar kir.
Nebo berxwedana gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad - Star (YJA-STAR) a li hember êrişên dagirkirinê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê silav kir û bang li gelên Kurdistanê kir ku asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin û planên xiyanetê yên PDK'ê têk bibin.
Her wiha Nebo bang li hikumeta Bexdayê kir ku helwesteke cidî li hemberî binpêkirina serweriya wê ya li ser xaka Iraqê nîşan bide û wê binpêkirinê rawestîne.
Hevseroka rêxistina PYD'ê ya Girê Spî Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze PDK'ê bike amûra pêkanîna planên xwe yên dagirkeriyê û dorpêçkirina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Bêrîvan Îsmaîl gelê Başûrê Kurdistanê hişyar kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê hewl didin bi şandina çeteyên DAIŞ'ê ber bi Başûrê ve demografiya herêmê biguherînin û wê dagir bikin, mîna ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Sûriyeyê kirine. Ji ber wê jî divê hûn metirsiya van planan nas bikin û li hember wan bisekinin."
Bêrîvan Îsmaîl berxwedana gerîlayan silav kir û banga piştgiriya vê berxwedanê kir.
Bêrîvan di dawiyê de xiyaneta PDK'ê şermezar kir û banga bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê heta têkbirina planên dagirkeriyê, kir.
(mh/fr)
ANHA