Siyaset, parastin û perwerde rojevên bernameyên 8’ê Adarê ne

Bi boneya 8’ê Adarê li gelek bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên curbecur ên siyasî, çandî û civakî hatin lidarxistin.

3 adar, 2025   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 26’ê Sibatê de li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê starta çalakiyên 8’ê Adarê di bin dirûşma “Bi ‘Jin Jiyan Azadî’ em Sûriyeya demokratîk ava bikin” de eşkere kirin. Di vê çarçoveyê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

TIL HEMÎS

Kongra Star a Til Hemîsê yê kantona Cizîrê bi beşdariya gelek jinan, endamên Kongra Star û saziyên sivîl civîneke taybet ji bo jinan li dar xist. Civîn li hola navendê çandê hat lidarxistin.

Her wiha endama Kongra Star Hediye Şemo axivî û got: "Roja 8’ê Adarê rojeke dîrokî ya têkoşîna jinan e û nûnertiya rizgariya jinan ji zihniyeta baviksalarî dike."

Hediye diyar kir ku jinan ji tevahî civak û cîhanê re îsbat kir ku dikare hêvî  û armancên xwe pêk bîne.

Di dawiya civînê de hat gotin ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgarkirina jinê roleke mezin lîst û hat diyarkirin ku fikir û felsefeya Rêber Apo jin ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve bir û ew xurt kir û hişt ku gelek destkeftiyên mezin pêk bîne.

REQA

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqa bi diruşma "jin û perwerde" li hola Meclisa Rêveber a kantona Reqayê paneleke diyalogê li dar xist. Di panelê de endamên desteyê, mamoste û rêveber, nûnerên ji Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û desteyên Meclisa Rêveber beşdar bûn.

Ruweyda Salih li ser navê dibistanên Reqayê axivî û got: "Jin di civaka xwezayî de stûna bingehîn bû û beriya ku zihniyeta baviksalariyê fikra xwe li ser ferz bike her tişt bi xwe bi rê ve dibir."

Ruweyda got jin ne nîvê civakê ye, lê bingeha wê ye û wê nifşên siberojê ava kirin.

Di panelê de gelek pêşniyar hatin kirin ku divê têgihîştina civakî ya li ser girngiya fêrbûna jinê were belavkirin, li dijî zewaca temenbiçûk were sekinandin, xwendin di tevahî qonaxên wê yên dibistanê de mecbûrî be, madeya jineolojiye  di tevahî meteryalên xwendinê de were aktîvkirin.

KOBANÊ

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jinên Kantona Firatê serdana jinên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û gul li wan belav kirin.

Jinên endamên Kongra Star, navenda Hîlala Zêrîn û endamê saziyên Rêveberiya Xweser bi minasebeta 8`ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi dahol û defê, bi cil û bergên xwe yên Kurdî, serdana bendên Kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Kobanê kirin û gul li wan belav kirin.

TIRBESPIYÊ

Bi dirûşemeya " Bi Jin, Jiyan, Azadî, ber bi Sûriya Demokratîk ve " Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê civînek ji jinan re li dar xist. Civîn li hola PYD`ê bi deşarbûna dehan jinan hate hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, endama Komîteya Perwerdê ya Kongra Star a Kantona Cizîrê Rohilat Muslim axivî. Rohilat 8`ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: " Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin îro bûye xwedî maf."

Rohilat diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan cihê xwe di hemû qadan de girtine û wiha dom kir: "Dewleta Tirk a dagirker jinên pêşeng hedef digre. Ew jinên têne hedefgirtin ji me re sembol û mîrasek in ku em ji wan hêz digirin. Em soz didin ku dê têkoşîna me ya jinan wê berdewam be."

Rohilat di dawiyê de got:" Divê tevahî jin xwe bi rêxistin bikin û ji her rewşê re amade be."

Civîn bi gerandina govend û dîlanê bi dawî bû.

QAMIŞLO

Bi heman armancê Meclisa Kongra Star a bajarê Qamişloyê bi beşdariya bi dehan jinan civînek li navenda PYD’ê ya li taxa Erbawiyê li dar xist.

Di civînê de bûyera qetilkirina jinan a li New York ku bû sedema ragihandina 8’ê Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanê. Hate diyarkirin ku armanc ji vê bûyerê têkbirina îrade û baweriya jinan bû. Her wiha hate destnîşankirin ku heya roja îro zihniyeta baviksalar tundiya li ser jinan dimeşîne. Hat bi bîrxistin ku desthilata Şamê jî heman zihniyetê dimeşîne, mafên jinan nas nake û bi domdarî zorê li wan dike.

AMÛDÊ

Jinên bajarê Amûdê gul li endamên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li ser bendên kontrolê belav kirin û roja 8’ê Adarê pîroz kir, her wiha jinan serdana Kanala JIN TV, Kanala El Yewm, radyoya Orkêş kir û gul li nûçegihan û rojnamevanan belav kirin.

TEBQA

Di heman çarçoveyê de Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya navenda Çandê ya Tebqayê bi beşdariya endamên partiyên siyasî, Desteya Jinan û Meclisa Sivîl semînerek da.

Cîgirê Desteya Jinan a kantona Reqa Rîm El Mihemed got: "Em jinên ji tevahî pêkhateyan em ê bi hev re ji bo jiyaneke azad tê bikoşin, bi yekitî û hêza xwe ya hevbeş bendên koletiyê bişikînin."

Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Semîra El Hebeş jî got: "Têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku bi şoreşa jinê re dest pê kir, hişt ku ew li ser asta cîhanê bibe pêşeng."

Semîner bi diruşm" Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(fr)