Di 8’ê Adarê de şahiyeke kulturî

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li bajarokê Hisêniyê yê kantona Dêrazorê bi boneya 8’ê Adarê pîzobahiyeke kulturî li dar xist.

Di 8’ê Adarê de şahiyeke kulturî
3 adar, 2025   17:44
DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li bajarokê Hisêniyê yê kantona Dêrazorê çalakiyeke kulturî organîze kir û diyar kir ku rola jinan di parastina vê mîrasê û veguhastina ber bi nifşên bê de xwedî girîngiyeke mezin e.

Çalakî siwarbûna li hespan ji hêla jinan ve hat destpêkirin. Dûre bi coşeke mezin govend ji hêla beşdaran ve hat gerandin.

Ne tenê, çalakî ji bo Roja Jinan a Cîhanê bû, lê ji wê zêdetir bal li ser girîngiya vejîna mîras û kultura herêmê û parastina wê ku beşeke resen ji nasnameya çandî ye, hat kişandin.

Beşdaran diyar kir ku mîna van çalakiyan ne hema derbas kirine, lê belê girêdana di nava nifşan de xurt dike, nasnameya çanda herêmê diparêze û vediguhêze nifşên bê. Roja Jinan a Cîhanê jî ji bo derxistina van nirxên çandî yên resen derfeteke girîng e.

Her wiha beşdaran kêfxweşiya xwe der barê vê çalakiyê anî ziman û got mîna van çalakiyan hevgirtin û têkiliya di nava jinên herêmê de xurt dike.

(mh/fr)

 ANHA