Li Girkê Legê û Çilaxa îmze hatin komkirin

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan komîteyan li navçeyên Çilaxa û Girkê Legê dest bi îmzekirina şêniyan kir.

Li Girkê Legê û Çilaxa îmze hatin komkirin
Li Girkê Legê û Çilaxa îmze hatin komkirin
Li Girkê Legê û Çilaxa îmze hatin komkirin
Li Girkê Legê û Çilaxa îmze hatin komkirin
Li Girkê Legê û Çilaxa îmze hatin komkirin
20 sibat, 2024   21:01
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel bi rêya 40 komîteyên xwe yên dilxwaz li navçeya Çilaxa û bajaroka Kîşike û Abîre dest bi komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Li 14 komînên li navenda Çilaxa, 16 komînên li bajarokê Abîre û 21 komînên li gundên şaredariya Kîşik dest bi komkirina îmzeyan tê kirin.

Yek ji kesên îmzeya xwe avêtiye Mihemed Bekir axivî û got: "Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber ku azadiya wî azadiya me ye."

Li Girkê Legê jî însiyatîfa gel bi daxuyaniyekê li Çerxerêya Şehîdan ragihand ku dest bi hemleya komkirina îmzeyan kiriye. hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Girkê Legê Fûad Seido daxuyanî xwend.

(fr)