Siwêda bê nan e

Li Siwêdayê ard xilas bû û piraniya firineyên giştî hatin girtin. Lewma aloziyeke mezin di peydakirina nan de tê jiyîn.

Siwêda bê nan e
24 îlon, 2025   18:10
SIWÊDA

Piraniya firineyên giştî yên Siwêdayê hatin girtin. Ji ber ku ard nema lewma barê şêniyan girantir bû.

Nûçegihanên me ragihandin ku li bajarên Siwêda, Şehba û Selxedê nan nehatiye belavkirin. Ji ber wê, sirayên li benda nan û gilî û gazinc zêde dibin.

Li gorî şêniyan Hikumeta Veguhêz, ji navîna Tîrmeha borî ve, yan jî ji dema parêzgeh dorpêç kiriye, ti ard neşandiye parêzgehê. Lewma firine bi rêya alîkariyên WFP û Heyva Sorê, nan çêdikirin, lê ew alîkarî xilas bûn. Pêdiviya rojane ya parêzgehê ji nên 120 ton ard derbas dike.

Nûçegihanên me diyar kirin ku firineya navendî ya bajarê Siwêdayê, ji bo ku pêdiviyên şêniyan peyda bike, 2 qat dixebite lê bi nebûna mazot û ardê re, zehmetiyên mezin dijî.

Serokê Komîteya Xêrxwaziyê ya Siwêdayê Fadî El Şaranî jî li ser firineyan geriya û teqezî bi zêdekirina parzên parêzgehê ji ard kir.

Çalakvan hişyarî didin ku ev rewş bandor li ewlehiya xwarinê ya li Siwêdayê bike. Heke di vî warî de gavên bi lez nehatin avêtin. Nemaze ku aloziya sotemeniyê û girtina firineyan berdewam e. Ev rewş xuya dike ku dorpêçeke din di rê de ye.

(şx)