Siûdiye: Heke dewleta serbixwe ya Filistînê nayê naskirin, têkilî bi Îsraîlê re tune ne

Riyadê ragihand ku wê Washington agahdar kiriye, heke dewleta serbixwe ya Filistînê neyê naskirin, têkiliyên dîplomasî bi Îsraîlê re tune ne.

Siûdiye: Heke dewleta serbixwe ya Filistînê nayê naskirin, têkilî bi Îsraîlê re tune ne
7 sibat, 2024   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdiyê di daxuyaniya xwe de got: "Erebistana Siûdî, helwesta xwe ya cidî ji Rêveberiya Amerîkayê re ragihandiye. Heke dewleta serbixwe ya Filistînê li gorî sînorên 1967`an û paytexta wê Quds El Şerqiye be, neyê naskirin tu têkiliyên dîplomasî bi Îsraîlê re çênake."

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştî nîqaşên di navbera wê û DYA`yê de têkildarî xeta aştiya erebî-îsraîlê û li gorî daxuyaniya berdevkê Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê têkildarî vê mijarê, gihaştine vê encamê.

Bi mijarê ve girêdayî, wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken duh di civîneke çapemeniyê de li gel serokwezîr û wezîrê karên derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdurehman Al Sanî li Dohayê têkildarî normalîzekirinê got: "Mîrê siûdî, careke din daxwaza welatê xwe di pêkanîna normalîzekirinê de rave kir. Lê dîsa jî şertên pêkhatina normalîzekirinê dubare kirin ku  şerê li Xezayê bi dawî bibe û dewleta serbixwe ya Filistînê bê naskirin."

(şx)