YPJ: Bi xilaskirina Kovan me tola jinan ji DAIŞ`ê hilanî

Berdevka Navenda Ragihandinê ya YPJ`ê Rûken Cemal got: "Xilaskirina Kovan ji destê DAIŞ`ê, ji bo me wateyeke mezin e. Ji ber ku me soz daye ku tola jinên êzidî hilînin. Di heman demê de berdêl çi dibe bila bibe, hewldanên me ji bo rizgarkirina tevahî jinan ji zordestan û hêzên dagirker wê berdewam bikin."

YPJ: Bi xilaskirina Kovan me tola jinan ji DAIŞ`ê hilanî
7 sibat, 2024   10:33
HESEKÊ
EHMED SEMÎR-DIYAR EHMED

Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê duh bi dawî kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 27`ê Çileyê ragihandibû. 

Têkildarî dema lidarxistina operasyonê, berdevka Navenda Ragihandinê ya YPJ`ê Rûken Cemal ji ajansa me re axivî û got: "Pêwîstî bi operasyonê hebû. Ji encamên wê yên herî girîng, xilaskirina jineke êzidî ji lepên DAIŞ`ê bû ku çeteyan beriya çend salan revandibû, tecawî kiribû û îşkence lê kiribû."

Rûken diyar kir ku jina ciwan a ku YPJ`ê 4`ê Sibatê ji destê çeteyên DAIŞ`ê xilas kiriye, 5 sal e li kampê ye ku çete fişar lê dikir ji bo ku nasnameya xwe aşkera neke û di şert û mercên zehmet de û bi tirs jiyaye.

Rûken wiha domand: "Xilaskirina Kovan Ebdo Xorto ya ji gundê Herdan ê Şengalê, ji bo me serfirazî û serbilindî ye."

Rûken destnîşan kir ku ji bo YPJ`ê, rizgarkirina Kovan wateyeke mezin e ji ber ku wan soz daye tola jinên êzidî ji DAIŞ`ê û zihniyeta dsthilatdar hilînin.

Rûken balkişand ser rêbazên belavkirina DAIŞ`ê fikrên xwe bi rêya jinan û got: "Mixabin, jin roleke mezin di vî warî de dilîzin bi taybet di beşa muhecîrat de ku fikrên tundraw belav dikin. Ev xetereyeke berçav e. Me hewl da bi rêya operasyonan, vê xetereyê ji holê rakin û yên van fikran belav dikin û di mejiya zarokan de dişînin, girtin."

Der barê rola YPJ`ê de di operasyonê de Rûken got: "YPJ`ê roleke çalak di operasyonê de lîst. Pêşengiya operasyonê kir, erka parastina jinan ên di nav kampê de dimînin ji xirabiyên şaneyên DAIŞ`ê girte ser xwe, ji bo ku operasyon bi awayekî ewletir bimeşe. Rola din jî, rizgarkirin û xilaskirina jinan ji zulmê bû."

Rûken diyar kir ku yekîneyan pêşengiya xebatên lêgerîna çek û amûrên ku DAIŞ`ê di kuştinan de bi kar dinaîn, dikir.

Her wiha Rûken anî ziman ku têkoşîna wan heta rizgarkirina tevahî jinên êzidî yên revandî dê berdewam bike û got: "Beriya salekê me jineke êzidî li Idlibê rizgar kir. Em ê heta dawiyê û xilaskirina tevahî jinên êzidî ji hêzên tarî, xebatên xwe berdewam bikin.

Rûken îşaret bi sûcên li Efrîn, Serêkaniyê, Ezaz, Bab û Cerablusê rû didin kir û destnîşan kir ku YPJ`ê dê hewldanên xwe ji bo rizgarkirina tevahî jinan ji hêzên tarî û dagirkeran berdewam bike.

(şx)

ANHA