Heyva Sor a Kurd bang li WHO’yê kir

Heyva Sor a Kurd bi daxuyaniyekê hedefgirtina navendên tenduristiyê yên li Şêxmeqsûd şermezar kir û bang li WHO’yê kir ku demildest destwerdanê bike.

Heyva Sor a Kurd bang li WHO’yê kir
7 ÇILE, 2026   15:47
QAMIŞLO

Heyva Sor a Kurd der barê êrişên komên çete yên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê û dorpêça li dijî taxan de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya navenda giştî ya Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişlo hate dayîn. Daxuyanî bi kurdî û erebî ji aliyên hevserokên Heyva Sor ve hate xwendin. Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

"Em wek rêxistineke mirovî, hedefgirtina sivîlan û navendên tenduristiyê, her wiha dorpêça li ser Şêxmeqsûdê bi tundî şermezar dikin.

Hedefgirtina nexweşxane û navendên tenduristiyê sûcên şer in.

Em ji bo parastina sivîl û navendên tenduristiyê li gorî zagonên navneteweyî, bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û aliyên peywendîdar dikin ku zextê li aliyê ku binpêkirinan dikin, bikin û demildest destwerdanê bikin."

 (sb)

 ANHA