Şîna rojnameger Aykol bi dawî bû

Li bajarê Amedê ji bo rojnameger Huseyîn Aykol şîn hate danîn û gelek kesan serdana şînê kir. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku dê têkoşîna Aykol berdewam bike.

Şîna rojnameger Aykol bi dawî bû
6 ÇILE, 2026   17:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîna Huseyîn Aykol ê ku wekî çinarê Çapemeniya Azad dihat naskirin, ji aliyê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve li bajarê Amedê a bakûrê urdistanê hat danîn. Serdana şînê di roja duyemîn de li avahiya DFG'ê berdewam kir. 

Ji bajarên bakurê Kurdistanê Amed, Êlih û bajarên derdorê gelek nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî beşdar bûn. Di salona bibîranînê de wêneyên Aykol û qaranfîl hatin danîn û mûm hatin pêxistin.

Di serdanê de Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ê Amedê Abbas Şahîn axivî û bal kişand ser ked û têkoşîna Aykol a di nav Çapemeniya Azad de.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî destnîşan kir ku Huseyîn Aykol xwedî kesayet û seknekî şoreşgerî bû û ev tişt got: "Ji ber ku wî jiyan, sekn û helwestekî watedar nîşan da, ew ji bo me hemûyan mînak e. Em soz didin ku nirxên wî fêrî me kirine, di jiyana xwe de bidin jiyîn."

Hevseroka DFG’ê Kesîra Onelê jî got: "Em wekî şagirtên mamoste Huseyîn, dê ala wî ya têkoşînê hildin û têkoşîna wî bidomînin."

 Piştî serdanan, şîn bi dawî bû.