Di êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de kesekî din şehîd bû

Di êrişên komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê de kesekî din şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn.

Di êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de kesekî din şehîd bû
6 ÇILE, 2026   17:09
HELEB

Komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi çekên giran taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê kirin, di encamê de kesekî din şehîd bûn û kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me parve kirin, di êrişa li nêzî Çerxerêya Tirkawî ya taxa Benî Zêd de jinek şehîd bû û bi dehan kes birîndar bûn.

Komên hikumeta demkî bi çekên giran bi awayekî bêserûber malên welatiyên li taxên navborî topbaran dikin, di encamê de mal wêran bûn, bi dehan welatî birîndar bûn.

(fr)

ANHA