Di 24 saetan de 22 navend hatin bombebarankirin

Dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawî de li Qamişlo, Amudê û Kobanê 22 navendên xizmetê ku di nava wan de nexweşxane jî hene bombebaran kirin. Di êrîşan de 8 welatî şehîd bûn, 13 jî birîndar bûn. 

Di 24 saetan de 22 navend hatin bombebarankirin
26 kanûn, 2023   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker duh (25 Kanûn 2023) ji saetên serê sibehê heta saetên destpêkê yên îro (26 Kanûn) navendên xizmetê yên li Qamişlo, Amudê û Kobanê bombebaran kirin. 

Li gorî şopandina nûçegihanên ajansa me di bomberanên ku piranî li ser Qamişlo pêk hatin de, 8 welatî şehîd bûn, 13 jî birîndar bûn. Her wiha ziyanek mezin a madî pêk hat.

8 şehîd jî di êrîşên ser Qamişlo de şehîd bûn. Dîsa di êrîşên li ser Qamişlo de 11 kes birîndar bûn. Di êrîşên ser Kobanê de jî 2 kes birîndar bûn.

Êrîşên ku ji Kobanê destpê kirin wiha ne:  

 -Derdora saet 08:00’an li bajarê Kobanî garajek seyareyan

-Li Kobanê heman saetê de navendek şîrketekê hat bombebarankirin.

- Stasyona trênê li bajarê Qamişlo hat bombebarankirin.

-Navendek pîşesaziyê ya li taxa Alaya ya bajarê Qamişlo hat bombebarankirin. Di bombebaranê de welatiyek şehîd bû.

- li Qamişlo navendeke avakirinê ya li ser rêya harwirdorê ya bakurê bajêr hat bomebarankirin.

-Çapxaneya Simav a li ser rêya hawirdorê ya Qamişlo hat bombebarankirin. Di êrişê de 4 karmendên navendê şehîd bûn.

- Kargeha Êman a Cizîrê ya li Qamişlo hat bombebarankirin. Di êrîşê de welatiyek şehîd bû.

- Navenda Dirûnkariyê (Terzîxane) ya  li taxa Meyslûn a bajarê Qamişlo hat bombebarankirin.

-Li navçeya Amûdê kargeha zeytûnan a Rohilat hat bombebarankirin.

- Li Amûdê fabrîqeya nîskan hat bombebarankirin.

- Li Amûdê Salona Dawetê ya Karam hat bombebarankirin.

- Navenda Kobanê hat bombebarankirin

- Nexweşxaneya Meştenûr a li navenda bajar hat bombebarankirin.

- Kargeh û embarek pembo ya li gundê Um El-Fursan ên rojhilatê bajarê Qamişlo hatin bombebarankirin. Di bomberanan de 2 welatî şehîd bûn.

- Gundê Şorkê yên li rojhilatê Qamişlo hat bombebarankirin.

-Navenda avakirinê ya li taxa Enteriye ya bajarê Qamişlo hat bombebarankirin.

-Benzînxaneya Botan (Navê berê El-Felahîn) hat bombebarankirin.

- Deverek li nêzî navenda diyalîzê ya Qamişlo hat bombebarankirin.

- Tekane navenda oksîjenê ya li Qamişlo hat bombebarankirin.

-Xaniyên li taxên rojavayê Kobanê  hatin bombebarankirin.

- Derdora daristana Kobanê hat bombebarankirin.

- Li Kobanê li ser rêya Helebê çewlikek mirîşkan hat bombebarankirin.

Cihên navborî tenê carekê nehatine bombebarankirin. Hinek navend 2 caran, hinek 3 caran hinek 5 caran, hinek jî 6 caran hatine bombebarankirin. Êrîşa herî zêde li ser nexweşxaneya Meştenûr pêk hat. Dagirkeran 6 caran nexweşxane bombebaran kir.