Siberoja peymana 29‘ê Çileyê mijara semînerê bû

Têkildarî peymana 29‘ê Çileyê ya di navbera QSD-Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de semînerek hate dayîn. Di semînerê de bendên hatine pêkanîn û yên hîna nehatin pêkanîn hatin vegotin.

Siberoja peymana 29‘ê Çileyê mijara semînerê bû
Siberoja peymana 29‘ê Çileyê mijara semînerê bû
Siberoja peymana 29‘ê Çileyê mijara semînerê bû
Siberoja peymana 29‘ê Çileyê mijara semînerê bû
Siberoja peymana 29‘ê Çileyê mijara semînerê bû
Siberoja peymana 29‘ê Çileyê mijara semînerê bû
Siberoja peymana 29‘ê Çileyê mijara semînerê bû
Siberoja peymana 29‘ê Çileyê mijara semînerê bû
28 tîrmeh, 2026   21:38
QAMIŞLIO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRR) bi beşdariya hejmarek rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran,  semînerek bi sernavê "Siberoja Peyama 29‘ê Çileyê" li avahiya xwe ya li bajarê Qamişloyê organize kir.

Piştî rêzgirtin, endamê Meclisa Giştî ya PYD‘ê û nûnerê Rêveberiya Xweser li welatên Kendava Erebî Sîhanok Dîbo navaroka peymana 29‘ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî vegot, her wiha bendên hatine bicihanîn û yên hîna nehatin bicihanîn diyar kirin.

Dîbo bi bîr xist ku peyman piştî pevçûnên di navbera her du aliyan de hat îmzekirin. Her wiha bal kişand ser pergala Rêveberiya Xweser û got, ev pergal xwe dispêre Hevpeymana Civakî, QSD û Rêveberiya Xweser xwe wekî beşek ji dewleta Sûriyeyê û artêşa wê didîtin.

Dîbo got: "Axaftina ku dibêje Rêveberiya Xweser nemaye ne rast e. Di dosyaya entegrasyonê de gav di warên perwerde, saziyên leşkerî û hin saziyên din de hatine avêtin."

Dîbo anî ziman ku divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî li welat, lê heya niha li ser erdê gav di vî aliyê de nehatine avêtin.

Sîhanok Dîbo behsa nîqaşên der barê YPJ‘ê û rêbazên parastina statuya wê û rola wê ya leşkerî de kir.

Her wiha şerê li herêmê û bandorên wê li Rojhilata Navîn û pergala global nirxand û got, guhertinên mezin ên di pergala navneteweyî de çêdibin ji Rojhilata Navîn dest pê dikin, ji ber ku ev herêm qada herî zêde ye ku bi van guhertinan bi bandor dibe.

Dîbo îşaret bi vê yekê kir ku peymana 29‘ê Çileyê wekî bersiv li hemberî rewşa siyasî û leşkerî ya ku xwe ferz kiriye, dîsa şerê li hemberî Îranê û guhertinên herêmî hat îmzekirin.

Têkildarî bendên ku hîna nehatin bicihanîn, Dîbo ev tişt anî ziman: "Pirsgirêka Kurd hîna yek ji girîngtirîn dosyayên taloqkirî ye. Heya niha der barê vê pirsgirêkê de tu gav nehatin avêtin. Em nikarin hebûna hejmarek nûneran di parlametoyê de wekî nûnertiyeke rasteqîn a pirsgirêka Kurd an jî garantiya mafên gelê Kurd binirxînin."

Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.

(bb)

ANHA