Rûsya: Li 3 keştiyan û bendera Mykolaivê hatin xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê 3 keştî û tesîsên Ukraynayê yên li bendera Mykolaivê kirine hedef.

Rûsya: Li 3 keştiyan û bendera Mykolaivê hatin xistin
28 tîrmeh, 2026   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê du keştiyên Ukraynayê li Deryaya Reş bombebaran kir. Li gorî wezaretê, keştiyek alavên leşkerî vediguhest û ya din li bendera Mykolaivê sekinî bû.

Di daxuyaniya wezaretê ya der barê mijarê de ku li ser Telegramê hatiye weşandin, hate gotin," Li bendera Mykolaivê jî li tesîsên barkirin û dakêşanê û tankên sotemeniyê ku ji bo piştgiriya hêzên çekdar ên Ukraynayê hatine bikaranîn, hatin xistin."

Wezaretê da zanîn ku êriş bi cebilxane û dronan hatin kirin. Her wiha destnîşan kir ku keştiyek din a barhilgir li nêzîkî Odessa hat hedefkirin û îdia kir  ku ev keştî barhilgirên leşkerî diguhezand benderên Odessa û Chornomorskê.

(bb)