Siberoja aloziya DYA û Rûsyayê û armancên her du aliyan

Dr. Teysîr Abdulcebar El Alûsî diyar kir ku Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, dixwazin hegemonyaya xwe ferz bikin ku yek ji wan şert û mercên li cîhanê bi kar anîn, ji bo ku hegemonyaya xwe bisepîne û aliyê din hewl dide guhertinan bi kar bîne da ku pergala pirqutbî çêbe.

Siberoja aloziya DYA û Rûsyayê û armancên her du aliyan
29 hezîran 2024   06:50
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Profesorê iraqî Dr. Teysîr Abdulcebar El Alûsî got dûrî xîtabên Rûsyayê û yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) taybetmendiya têkiliyên navneteweyî bi hêmanên berjewendiyan ve girêdayî ne û li ser asta hêzên mezin jî, carekê hevrik in û gelek caran jî fişar dikin û li ser hegemonyayê şer dikin.

El Alûsî wiha axivî: "Di serdema Yekitiya Sovyetê de, hevsengiya hêzên mezin aramiyek çêkir. Hin caran di bin fişarê û şantajê de jî hevkarî hebû. Di encamê de lihevkirinên dualî hatin îmzekirin ku stratejiyên aliyên nukleerî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn diyar kirin."

Li gorî El Alûsî, piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê ev aramî têk çû û DYA`yê rewş bi kar anî, bi taybet di serdema Yeltsin de ji bo ku cîhanê kontrol bike û wiha domand: "Ji ber ku di mijarên navborî de bû serdest. Her wiha bi awayekî zêde ew mijar bi kar anîn û nîşan da ku qutba yekalî li ser têkiliyên navneteweyî serwer e. Bi rastî jî wisa bû, li şûna ku pabendî lihevkirinên guhertinê be û hevalbendiya Warsaw û NATO`yê ji hev bixe yan jî rewşa wê ya nû diyar bike, berovajî wê hevalbendî firehtir kir heta bû amûrek di destê wê de. DYA’yê ji wê zêdetir kir, welatên rojhilatê Ewropayê tev li hevalbendiyê kirin û nêzî sînorên Rûsyayê bû."  

El Alûsî destnîşan kir ku di têkiliyên navneteweyî de nabe cîhan bikeve herêmên nakokiyê û wiha pê de çû: "Lê ji wê zêdetir bû mîna şerê li Ukraynayê, piştî ku milîsên faşîst ên ku pergalên li gorî pîvanên yekqutbî diparêzin, hatin afirandin."

Der barê rewşa Rûsyayê de El Alûsî got: "Rûsya piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê, ne aram bû lê dûre derbasî pêvajoya vegerandina nasnameyê û rola xwe ya jeosiyasî bû, ji ber ku hêzeke nukleerî ya mezin e. Di vê çarçoveyê de rû bi rûyî şert û mercên ku hegemonyaya yekqutbî ferz kiriye, ma."

Li gorî El Alûsî di vê rewşê de ku dişibe aloziya Kendava Berazan û moşekên Sovyetê yên li Kubayê, li gel ku biryara NATO`yê di destê DYA’yê de ye, nîşaneyên şerekî nukleerî didin.

El Alûsî ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê em ji bîr nekin ku ne her tişt bi DYA’yê ve girêdayî ye. Rûsya jî xwe di aliyê leşkerî de, pêş dixe. Erkdarkirina wezîrê parastinê li ser bingeheke aborî, hewldana Çînê ku BRICS firehtir bike ku heta niha di vê hewldanê de bi ser ketin, hene."

El Alûsî diyar kir ku her du alî hewl didin vê aloziyê derbasî fezayê bikin ku li gelek deverên din serwer e. Pêşketina aboriya Çînê û Rûsyayê, pêşxistina parzemîna Asyayê ne tenê li Rûsyayê lê belê li komarên hevalbendên wê mîna Viyetnam û Koreya Bakur, dê bandor li fikra qutba yekalî bike û li şûna wê fikra qutba piralî, pirrengiyê, rêzgirtinê û hevkariya wekhev bisepîne. Lê belê divê şer rawestin, lihevkirinên nû yên aştiyê û ewlehiyê yên navneteweyî dûrî bikaranînê, îmze bibin."

Bi nêrîna El Alûsî, divê dewletên cîhanê li gel van geşedanan, hevsengiyê vegerîne, şer dûr bixe, biryarên bilez nede ku li cîhanê şerekî rû bide ku her kes tê de winda bike.

Der barê armancên her du aliyan ji aloziyê de El Alûsî got: "Washington neçar ma yan pirrengiyê qebûl bike û lihevkirineke ewlehiyê ya nû îmze bike yan jî piştgiriya desthilata li Ukraynayê bike ku ji 2014`an ve, serwer e. Lê belê ev dê hêzên faşîst û desthilatekê ne tenê li dijî Rûsyayê lê belê li dijî cîhana nû ya ku dixwaze dev ji hegemonyê berde, hêztir bike."

Bi nêrîna El Alûsî, Rûsya têkiliyên xwe bi Koreya Bakur, Çîn û Viyetnamê re xurttir dike ji bo ku blokekê ava bike ku bikare vîna xwe ferz bike bi taybet di aliyê aborî û jeosiyasî de û divê zemînek ji bo hevalbendiyê bê amadekirin ji bo ku welatên dostên hevalbendiyê dema Yekitiya Sovyet de, vegerîne û bi nêrîna El Alûsî ev mijar ji bo xurtkirina aramiyê gelek girîng e.

El Alûs ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji her demê bêtir diyar e ku şerekî nukleerî yê mezin dê di navbera her du aliyan de rû bide. Ji bo rawestandina wê, navbeynkariyek çêbû lê bi nêrîna min ji bo şer bi dawî bibe, divê tevgereke navneteweyî li rex kontrolkirina têkiliyan çêbibe. Divê ev tevger mezintir bibe."

Di dawiyê de El Alûsî got: "Lihevkirinên berê cîhanê ji vê rewşê xilas nakin. Divê pêvajoyeke demkî li gorî vîna gelan û girêdana wan bi aştiyê ve hebe. Tenê wisa rewş aramtir dibe û rê li pêşiya şer û yên şer li herêmên aloz çêdikin tê girtin."

(şx)

ANHA