Sibe çalakiyeke girseyî li dijî serdana Erdogan li Silêmaniyê tê lidarxistin

Di dewama nerazîbûnên li dijî serdana serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan ji bo Iraqê sibe li Silêmaniyê çalakiyeke girseyî tê lidarxistin.

Sibe çalakiyeke girseyî li dijî serdana Erdogan li Silêmaniyê tê lidarxistin
21 nîsan, 2024   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Parêzvaniya Serweriya Nîştimanî der barê vê yekê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin bi armanca redkirin û têkoşîna li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û serdana Erdogan a bo Iraqê, Herêma Kurdistanê dê dengê nerazî bilind bikin.

Her wiha têkildarî saeta destpêkirina çalakiya girseyî ya li dijî serdana Erdogan li bajarê Silêmaniyê wiha hate gotin; “Sibê saet di 13:00’an de li ber avahiya Desteya Wezîran a Iraqê ya li bajarê Silêmaniyê em ê çalakiyeke girseyî li dar bixin û daxuyaniyek bidin çapemeniyê.”

Di vê çarçoveyê de Desteya Parastina Serweriya Nîştimanî bang li hemû alî û her kesî kir ku beşdarî çalakiya protestoyî bin.