‘Dewleta Tirk bi êrişan nikare vîna me bişikîne’

Jinên kantona Firatê diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe nikare hêz û îradeya wan bişikîne.

‘Dewleta Tirk bi êrişan nikare vîna me bişikîne’
22 nîsan, 2024   05:06
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

18`ê Nîsanê di salvegera damezirandina Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) de balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker li gundê Eynbetê yê Kobanê erebeyek bombebaran kir. Di encamê êrişê de Elî Mistefa Osman û hevjîna wî Helîme Mihemed Osman ku di erebeyê de bûn, bi giranî birîndar bûn.

Jinên kantona Firatê ji ajansa me re axivîn û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û diyar kir ku jin dê li hemberî van êrişan bê deng nemînin.

Rêveberiya Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Firatê Sara Xelîl anî ziman ku dewleta Tirk li ku derê jinên pêşeng dibîne, dike hedef û got: “Di salvegera 19`emîn a damezirandina Komelên Jinên Kurdistanê de dewleta Tirk a dagirker careke din erebeyeke sivîlan kir hedef. Dewleta Tirk a dagirker her jinek ku li ku derê kar û xebatan dike, ji hêza wan ditirse, ji îradeya jinan ditirse, lewra wan dike hedef."

Sara Xelîl got: “Helîme û hevjînê xwe dema diçûn ziyareta xizmên xwe, dewleta Tirk ew kirin hedef. Helîme bi şev û roj ji bo çareserkirina pirsgirêkan di nava tevgerê de bû. Dewleta Tirk a dagirker tu carî nahêle ku tevgera jin a xwe dispêre projeya Rêber Abdullah Ocalan dike hedef, lê em ê ji bi îradeya jinan bi ser bikevin.”

‘JI ÎRADEYA JINAN DITIRSE’

Hevseroka Meclisa bajarê Kobanê Leyla Ehmed bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker bi taybet êrişên li ser jin û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji jinên pêşeng û yên di saziyên jinan de dixebitin û yên ku soza xwe dane ku ew ê rêxistina jin çêbikin ditirse, ji ber vê yekê wan dike hedef."

Hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî ya kantona Firatê Felek Yûsif got: “Ew jinên ku pêşengtiya vê civakê dikin dibin armanca dewleta Tirk, ji ber ku dewleta Tirk ji ew jinên azadîxwaz û civakeke wekhev û edalet naxwaze û ew projeya ku bi Rêber Abdullah Ocalan dest pê kirî û bi wê re şoreşa Rojava dest pê kir, ditirse.”

Felek bal kişand ser bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk û got: “Hemû saziyên ku qaşo xwe weke mafên mirovan didin nîşan li hemberî van kiryarên dewleta Tirk a dagirker bêdeng dikin, lê dewleta Tirk çi dike bila bike tu carî nikare hêz û îradeya jin bişkîne.”

Endama Kongra Star Bakîre Sincar jî anî ziman ku armanca dewleta Tirk tunekirina jinan e û wiha pê de çû: "Lê tu carî jin tune nabe, jin wê hîn bêhtir di tevahî qadan de cih bigirin. Jin bûye kelemek ji çavên dijmin de, jinên hêza xwe ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan girtin bûn pêşengên civakê.”

(bb)

ANHA