Li bakurê Kurdistanê Newroz hat pîrozkirin

Li bakurê Kurdistanê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, Kop, Xelfetî û Misircê Newroz hatin pîrozkirin.

Li bakurê Kurdistanê Newroz hat pîrozkirin
Li bakurê Kurdistanê Newroz hat pîrozkirin
Li bakurê Kurdistanê Newroz hat pîrozkirin
Li bakurê Kurdistanê Newroz hat pîrozkirin
Li bakurê Kurdistanê Newroz hat pîrozkirin
14 adar, 2026   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeyên Mêrdîn a Nisêbîn, Kop a Mûşê, Xelfetî ya Rihayê, Meletî û Misirc a Sêrtê pîrozbahiyên Newrozê a bi dirûşma “Azadî û Yekitiya Demokratîk” tê pîrozkirin. 

MELETÎ

Bi sedan welatiyan li xaçerêya Emeksizê ya li navenda Meletiyê Newroza "Azadî û Demokrasiyê" bûn. Ji biçûkan bigire heta mezinan, her kesî cilên kes û sor û li xwe kiribûn, bi coş û heyecaneke mezin govend gerandin. 

Pîrozbahiya Cejna Newrozê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir û dirûşmeya "Şehîd namirin" gelek caran hat berzkirin. Piştî ku komîteya amadekar a Newrozê gel silav kir, saziyên demokratîk ên bajêr axaftinên kurt kirin. Piştre, komeke jinan a erbaneyê derket ser dikê.

MÊRDÎN

 Gultan Kişanak di pîrozbahiya coşdar a Cejna Newrozê ya li Nisêbînê de ku bi hezaran kes beşdar bûn, got: "Eger têkoşînên ku li çaraliyê cîhanê tên meşandin bi aştiyê bi dawî bibin, wê demê mîmarê wê aştiyê, rêberê wê aştiyê, divê azad be."

 Li navçeya Nisêbînê a Mêrdînê, pîrozbahiya Cejna Newrozê bi dirûşmeyên "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" û "Newroza Azadî û Demokrasiyê" hat lidarxistin. Welatiyan ku cilên xwe yên Kurdî û neteweyî li xwe kirin, ji danê sibehê ve dest bi herikîna qada Newrozê kirin. Welatiyan, bi alayên kes û sor û zer ketin qadê  û li ber stranan govend gerandin. 

MÛŞ

Li navçeya Kopê ya Mûşê bi şîara “Azadî û Yekitiya Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin. Di Newrozê de ku li Qada Otogarê hat lidarxistin, dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Jin û ciwanên ku bi cil û bergên herêmî û kesk, sor û zer beşdarî Newrozê bûn, tevî barîna berfê jî gel beşdarî pîrozbahiyê û li ber stranan govend gerandin. Di pîrozbahiyê de parlamenterên DEM Partiyê yên Mûşê Sumeyye Boz û Sezaî Temellî û gelek welatî amade bûn.

AMED

Li navçeya Hezroyê ya Amed pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn, nûnerên saziyên sivil û gelek welatiyên Hezroyê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li qada pîrozbahiyê agirê Newrozê hate pêxistin û welatiyan govend gerand. Pîrozbahî coşa gel berdewam kir.

SÊRT

Li Qada Îstasyonê ya navçeya Misircê ya Sêrtê bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" mitînga Newrozê pêk hat. Qada ku bi alên "Newroz Pîroz Be" hat xemilandin, ji heft salî heta heftê salî welatî berê xwe dan qadê. Bi sedan welatiyên di qadê de hatin ligel hev bi coşek mezin govend gerandin. Her wiha di qadê de alên kesk, sor û zer jî cih girt. Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin dest pê kirin.