Şêxê El Tey: Xelkê herêmê dê her tim têkiliyên xwe biparêze

Şêxê qebîleya El Tey Ziyad Ferhan El Taî diyar kir ku yekitiya pêkhateyên herêmê gelekî girîng e û anî ziman ku divê êl li hember zimanê nefretê û provokasyonan derkevin.

Şêxê El Tey: Xelkê herêmê dê her tim têkiliyên xwe biparêze
9 gulan, 2026   06:45
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Pêkhateyên herêmê û bi taybet êlên Kurd û Ereb li herêmê li hev dicivin da ku têkiliya xwe ya civakî biparêzin û destûrê nedin ku şerê navxweyî rû bide. Di vê çarçoveyê de roja 1`ê Gulanê li gundê Sarinca Dequriya yê bajarê Amûdê 2 civînên êlan hatin lidarxistin. Her wiha 24`ê Nîsanê rûsipiyên êlên Ereb, Kurd û Suryan li hev civiyan û helwesta xwe li hemberî aliyên ku hewl didin fitneyê têxin navbera pêkhateyên Sûriyeyê, nîşan da. 

Şêxê qebîleya El Tey Şêx Ziyad Ferhan El Taî ji ajansa me re axivî û got: "Yekitiya pêkhateyên Sûriyeyê gelekî girîng e. Dibe ku hikûmet werin guhertin lê belê gel dimînê û ji me hemûyan têxwestin ku em têkiliyên xwe yên civakî biparêzin û hevgirtî bin. Em yek gelin û xaka me yek e. Divê em yekitiya xwe biparêzin heyanî em vê krîzê derbas bikin. Gelek rûsipî û şêxên Ereb û Kurd hene ku dixwazin aramî li herêmê çêbe û pirsgirêk di navbera pêkhateyên herêmê de dernekevin."

El Taî bal kişand ser aliyên ku dixwazin fitneyê bixin navbera pêkhateyên Sûriyeyê û wiha got: “Em naxwazin fitne navbera me de çêbe û gelê me ji hevdû parçe bibe. Kî hewl bide li welatê me krîzan çêke em ê li hember wan derkevin.”

Şêx Ziyad Ferhad El Taî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Têkiliya pêkhateyên Sûriyeyê bi hev re gelekî kûr e û bi salan bi hev re jiyane. Jiyana hevbeş û têkiliya civakî ya heyî dê her tim bidomê û têk naçe. Xelkê herêmê di hemû şert û mercan de dê bimînin xwişk û bira, xwedî û cîranên hev."

(np)

ANHA