Şêx Murşid: Li hember hewldanên têkbirina îstîqrarê hişyar bin

Şêx Murşid Maşûq El Xiznewî di civîneke li Reqayê de banga xurtkirina hevgirtinê ji bo pêşîgirtina li hewldanên têkbirina aramiyê kir.

Şêx Murşid: Li hember hewldanên têkbirina îstîqrarê hişyar bin
Şêx Murşid: Li hember hewldanên têkbirina îstîqrarê hişyar bin
Şêx Murşid: Li hember hewldanên têkbirina îstîqrarê hişyar bin
Şêx Murşid: Li hember hewldanên têkbirina îstîqrarê hişyar bin
Şêx Murşid: Li hember hewldanên têkbirina îstîqrarê hişyar bin
Şêx Murşid: Li hember hewldanên têkbirina îstîqrarê hişyar bin
Şêx Murşid: Li hember hewldanên têkbirina îstîqrarê hişyar bin
Şêx Murşid: Li hember hewldanên têkbirina îstîqrarê hişyar bin
7 ÇILE, 2025   19:13
REQA

Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê ji bo nîqaşkirina girîngiya hevgirtinê di vê qonaxê de, civîneke girseyî li dar xist.

Di serî de Şêx Murşid Maşûq El Xiznewî di peyama xwe de li ser zehmetiyên siyasî yên li hemberî civaka Sûriyeyê axivî û girîngî bi hevgirtin û yekitiyê da.

El Xiznewî diyar kir ku rejîma berê ya Sûriyeyê di nav taîfe û neteweyan de fitne derdixist da ku xwe wekî parêzvanên wan nîşan bide û got: "Bila her kes zana û hişyar be da ku em bi hevgirtinê hewldanên têkbirina aramiyê û derxistina fîtneyan vala derxin."

Şêx Murşid li mizgefta Muna ya başûrê bajarê Reqayê bi mela û şêxên kantona Reqayê re civiya.

(mh/fr)

ANHA