150 malbatên Iraqî hewl didin ji kampa Holê derkevin

150 malbatên Iraqî yên li kampa Holê xwe amade dikin ku sibe vegerin Iraqê.

150 malbatên Iraqî hewl didin ji kampa Holê derkevin
7 ÇILE, 2025   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya hemahengiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Ewlekariyê û ya Koçberan a parlamentoya Iraqê de, nêzî 150 malbatên Iraqî (600 kes) ku li kampa Holê ya li ber sînorê Sûriye û Iraqê dimînin, xwe amade dikin ku sibe vegerin Iraqê.

Di sala 2025'an de ev koma yekemîn e ku ji kampa Holê vedigere Iraqê.

(mh)

ANHA