Bi semîner û helbestan çalakiyên Hefteya Wêjeyî dest pê kirin

Çalakiyên Hefteya Wêjeyî yên ku Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê li dar dixe, dest pê kirin. Di roja yekemîn li ser "Kêşe û asoyên hevkariya wêjeyî li Sûriyeyê" hat dayîn û helbest hatin xwendin.

3 gulan, 2025   23:07
HESEKÊ

Îro li hola Kafîteryaya Xabûr a taxa Til Hecer a Hesekê ya kantona Cizîrê çalakiyên Hefteya Wêjeyî ya 2025’an dest pê kirin. Çalakî ji hêla Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma "Rola wêjeyê bo geşkirina diyaloga Çandî li Sûriyeyê …aso û kêşe" tên lidarxistin.

Di çalakiya roja yekemîn de wêjevan, rewşenbîr, nivîskar, şandeyek ji Rêveberiya Xweseirya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.

Rêvebera Dîwana Wêjeyê Botan Hoşê bixêrhatina beşdaran kir û dûre mekanîza û armanca Hefteya Wêjeyî ku sala xwe ya 4’an temam dike şîrove kirin. Her wiha Botan nêrîn û pêşniyarên beşdaran ji bo pêşketina wêjeyî di tevahî aliyên wê de girîng e û bal kişand ser girîngiya rexneyê di vê çalakiyê de ku kevirê bingehîn di pêşketina wêjeyê de ye.

Dûre wêjevan û nivîskar Diyaa Iskender bi navê "Kêşe û asoyên hevkariya wêjeyî li Sûriyeyê piştî guhertinê" semînerek da.

Iskender di semînerê de girîngiya wêjeyê di avakirina Sûriyeya ku xelkê wê hêvî dikin nirxand û wêje bi peyameke mirovahiyê li ser erdê ku cewhera xwe guhertina rasteqîn di rêveçûna wê de ye wesif kir û got wêje çirûska hêviyê ya ku wateya hebûnê dide mirov.

Iskender got: "Wêjeya li Sûriyeyê rastî zexet û qeydên tund ji tevahî aliyên wê ve hat û hişt ku wêje li gorî siyaset û berjewendiyên wan teşe bigire. Guhertina ku li Sûriyeyê çêbûye ji bo wêjevanan gaveke mezin e. Wêjevanan ji bo derbirîna rastiya fikrên xwe, bêyî çavdêrî û bi zimanê ku dixwazin, ev guhertin firsetek dîtin."

Iskender hêmanên neyênî û astengiyên ku bandoreke neyênî li pêşdeçûna wêjeyê li Sûriyeyê, weke çavdêriya tund li ser wêjevanan, karên wan û paşguhkirinê, bi bîr xistin.

Di axaftina xwe de Iskender gelek fikrên ji bo pêşketina wêjeyê weke teknolojiya û enternetê anîn ziman û diyar kir ku teknolojiya û enternet di navbera tevahî cîhanê de bêyî ziman bibe bendek pira navgîniyê ava dikin.

Di dawiyê de beşdaran nêrîn û nîqaşên xwe li semînerê anîn ziman.

Piştre bi zimanê Kurdî helbestvan Dawûd Îbrahîm û Aras Qasim û bi zimanê Erebî helbestvan Ehmed Ebdureûf û Îbrahîm Şakir helbest xwendin.

Çalakiyên Hefteya Wêjeyê heta 8’ê Gulanê dewam dikin.

(fr)

ANHA