Şêwirmendê Sudanî: Hebûna Tirkiyeyê li Iraqê dagirkerî ye

Şêwirmendê serokwezîrê Iraqê yê ji bo kar û barê leşkerî û asayîşê, hebûna hêzên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê weke dagirkerî bi nav kir.

Şêwirmendê Sudanî: Hebûna Tirkiyeyê li Iraqê dagirkerî ye
5 adar, 2024   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê serokwezîrê Iraqê yê ji bo kar û barê leşkerî û asayîşê Xalid Yequb, der barê hebûna baregeh û hêzên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê de, di konferansek li Bexdayê de axivî.

Xalid ragihand ku hebûna baregeh û hêzên Tirkiye yên li ser xaka Iraqê, beşek ji dagirkeriya Tirkiye ya li ser xaka Iraqê ye û got: “Pêwîst e pirsgirêkên di navbera her du welatan de bi rêya diyalogan bên çareserkirin.”