Şehîd Şevger li Qendilê hate veşartin

Cenazeyê Şehîd Şevger îro bi amadebûna welatparêz û azadîxwazan bi merasîmeke biheybet li Goristana Şehîdên Binarê Qendîlê hate veşartin û soza şopandina rêya pîroz ya şehîdan hate dayîn.

Şehîd Şevger li Qendilê hate veşartin
5 adar, 2024   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê endamê Koma Civakên Kurdistan (KCK) Şehîd Şevgar îro ji Silêmaniyê ber bi Goristana Şehîdên Binarê Qendîlê ve hate şandin û li goristanê bi amadebûna endamên Tevgera Azadî, welatparêz û azadîxwazan bi merasîmeke bi heybet hate definkirin.

Di merasîmê de endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr Wehab Ehmed axivî û wiha got: “Divê em destekê bidin vê têkoşînê, divê em hemû bersivê bidin van êrişên dagirkeriyê. Dijmin bi van êrişan nikarin wisa bikin ku xwîna şehîdên me di ber avê de biçe û têkoşîna me bitepisînin. Dijminê ku dixwaze me ji rêxistinê dûr bixe, bila bawer be ku em li ser rêya rast ya şehîdanin. Armanca şehîdan, armanca hemû Kurdane.”

Her wiha bang li hikûmetê û hemû aliyên peywendîdar kir û wiha pê de çû; “Ez bang li hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû aliyên siyasî dikim. Divê berpirsyariya vê rewşê bigirin ser milê xwe. Ji ber ku ev qirkirin, dagirkirina xakê û têkbirina destkeftiyên ku gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê bi dest xistine ye.”

Piştre li ser navê Tevgera Azadî Rehman Resûl axivî û wiha got: “Hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Iraq û civaka navnetewî li beramberî êriş û dagirkeriyan bêdengin û tu helwestek wan nîne. Ev jî vê rastiyê nîşan dide ku dirûşmeya ku wan li dijî terorê bilind kirine neraste û tenê berovajîkirineke. Ji ber ku ev êriş li gorî hemû pîvanên navnetewî li derveyî sînorin. Ev êriş li her derê li dijî her Kurdekî peyameke dijminane ye. Bêdengiya li hemberî van êrişan, rewayetî dayîna bi dewleta Tirk a dagirkere.”

Rewman Resûl di dawiyê de diyar kir ku, şermezarî û rûreşî ji dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê re, serê malbata Şehîd Şevger, tevayî gelê Kurd sax be û got; “li dewleta Tirk û hevkarên wê, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin. Em careke din soz didin ku emê rêya şehîdan bişopînin û ji dilopek xwîna wan tawîzê nedin.”

Di 1’ê Adara 2024’an de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Kelarê ya navenda Îdareya Germiyan a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê maleke welatiyên sivîl bombebaran kir, di encamê de şoreşger, têkoşerê binavê Heval Şevger şehîd bû.