Şêwirmendê Êla El Cibûr: Ereb û Kurd di yek keşetiyê de ne

Şêwirmendê Êla El Cibûr a Erebî diyar kir ku Kurd û Ereb di yek keşetiyê de ne, di demên başî û xerabiyê bi hev re ne.

Şêwirmendê Êla El Cibûr: Ereb û Kurd di yek keşetiyê de ne
21 ÇILE, 2026   19:06
HESEKÊ

Şêwirmendê Êla El Cibûr a Erebî şêx Ekrem El Mehşûş di pêşwazîkirina seferberên Başûr û Bakurê Kurdistanê yên hatine Rojavayê Kurdistanê de peyamek da gelên Kurd û Ereb.

El Mehşûş got: "Kurd ne bi tenê ne. Em di yek keştiyê de ne. Kî êrişî herêmê dike temsîla Ereb û mislimanan nake. Ji Kurdên Hesekê dixwazim terka bajar nekin. Em di başî û xerabiyê de bi hev re ne."

Şêx Ekrem El Mehşûş peyamek bi zimanê Kurdî da gelê Kurd û got: "Em bi hev re ne. Wîjdana kê nîn be, bila nîn be."

(fr)

ANHA