Şêwekarên kantona Cizîrê komîna xwe ava kir

65 şêwekarên li kantona Cizîrê bi civînekê komîna xwe ava kir.

25 tebax, 2025   15:39
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê  bi armanca avakirina komîna şêwekarên kantonê civînek  li dar xist. Civîn bi beşdariya 65 şêwekaran li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê pêk hat.

Di civînê de komîn hat pênasekirin û behsa girîngiya hunera şêwekariyê û avakirina komînan hatin kirin. Hate gotin ku hunera şêwekariyê pencereya naskirina fikr û mîras, dîrok û çanda herêmê ye.

Endamên rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê anîn ziman ku ji herêmên cuda yên kantonê 65 şêwekar cihê xwe di komînê de digirin.

Bi armanca piştgirî û pêşxistina şêwekariyê pêşniyar hatin kirin. Ji wan pêşniyaran: Vekirina peymangeha şêwekariyê li bajarê Qamişloyê, avakirina muzexaneyan û vekirina pêşangehên hunerî, pêşxistina hunera şêwekariyê di ragihandinê de, lidarxistina çalakî û pêşbirkên hunerî bi awayekî asayî, belavkirina hişmendiya hunerî, teşwîqkirina beşdariya şêwekarên di pêşangehên li derveyî welat de, vekirina cihên taybet ên şêwekariyê, pêşxistina tevgera çandî li herêmê, avakirina bingehên xurt ên komînê ku karibe xwe bighîne tevahî şêwekaran û li wan guhdarî bike û bi hev re bibin tevkar.

Di dawiya civînê de meclisa komînê ku ji 11 endaman pêk tê hat avakirin.

Ev komîna şêweakaran a yekemîn e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê avakirin.

(bb-şx)

ANHA