Li Hema û Dêrazorê bermahiyên şer teqiyan: 3 kes mirin

Li Hema û Dêrazorê bermahiyên şer teqiyan, di encamê de 3 kes mirin. Bi wê re hejmara sivîlên ji 8ˊê Kanûna 2024ˊan jiyana xwe ji dest daye derket 595ˋan.

Li Hema û Dêrazorê bermahiyên şer teqiyan: 3 kes mirin
25 tebax, 2025   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, li Hema û gundekî Dêrazorê yê di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ye, bermahiyên şer teqiyan, di encamê de di nav de jinek 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Sehil El Xab ê gundewarê Hemayê ji ber teqîna bermahiyên şer di du bûyerên cuda de 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Teqîna yekemîn li gundê Hakora çêbû, ya duyemîn li gundê Huweyic dema qurbanî agir li nêzî mala xwe dadida çêbû.

Li bajarokê El Herî yê Bokemalê yê Dêrazorê yê di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ye, bermahiyeke şer teqiya, di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da.

Ev bûyer nîşan didin ku bermahiyên şer li ser sivîlên li herêmên zirardîtî xeteriyên berdewam in.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji dema hilweşîna rejîma Beşar Esed di 8ˊê Kanûna 2024ˊan û heta roja îro de, ji ber teqîna bermahiyên şer, 595 kesan jiyana xwe ji dest daye; ji wan 13 zarok û 41 jî jin in. Li kêlek wê jî 637 kes birîndar bûne; di nav de 25 zarok û 17 jin hene. Ev bûyer li van herêman pêk hatine:

Herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de: 460 kesan jiyana xwe ji dest daye; di nav de 26 jin û 117 zarok. 460 jî birîndar bûne; di nav de 191 zarok û 7 jin.

Herêmên Rêveberiya Xweser: 40 kes, di nav de 19 zarok û 4 jinan jiyana xwe ji dest daye û 66 kes birîndar bûne, di nav de 45 zarok û 2 jin in.

Herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk (Artêşa Niştîmanî) de: 95 kes, di nav de 27 zarok û 11 jinan jiyana xwe ji dest daye. 111 kes jî birîndar bûne; ji wan 40 zarok û 8 jin in.

(fr)