‘Serxistina pêvajoyê berpirsyariyeke dîrokî ye’

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku gavên dewleta Tirk ên der barê Banga Aştî û Civaka Demokratîk de hêdî ne û ev yek pirsan li ser cidîbûna wê derdixin holê. Şêniyan got gelê Kurd serxistina pêvajoya aştî û civaka demokratîk berpirsyariyeke dîrokî ye.

‘Serxistina pêvajoyê berpirsyariyeke dîrokî ye’
18 cotmeh, 2025   02:35
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk de ku Rêber Abdullah Ocalan kiriye û gavên ku divê dewleta Tirk biavêje axivîn.

‘ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE, DIVÊ EM PÊVAJOYA AŞTIYÊ BI SER BIXIN’

Şêniya bi navê Cîhan Mihemed diyar kir ku piştî ragihandina Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, tevahî aliyan diyar kir ku ew amade ne derbasî pêvajoyek nû ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn bibin, lê heya niha desthilata Tirk tu gavên cidî der barê pêvajoyê de neavêtiye.

Cîhanê destnîşan kir ku hinek alî di hundirê dewleta Tirk de hewl didin pêvajoyê têk bibin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê komîteya ku li parlamentoya Tirkiye hatiye avakirin bi Rêber Abdullah Ocalan re bicive. Tirkiye di nava aloziyên hundirîn ên mezin de ye. Çareserî jî di serxistina pêvajoya aştiyê de ye. Anku çareserî li Îmraliyê ye."

Cîhan Mihemed di dewama axaftina xwe de îşaret bi vê yekê kir ku gelê Kurd ji bo aştiyê têkoşîn kiriye û îro jî teqeziyê li ser girîngiya serxistina pêvajoya aştiyê li herêmê dike û got: "Eger hewldanên têkbirina pêvajoyê bidomînin em ê ji bo nasname û welatê xwe li ber xwe bidin."

‘GELÊ KURD LI GORÎ XETA RÊBERTÎ DIMEŞE’

Şêniyê bi navê Siûd Dirbas jî bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan û Tevgra Rizgariya Kurdistanê mîsyona serxistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk girtine ser xwe û di vê çarçoveyê de gavên pratîkî avêtin.

Siûd Dirbas anî ziman ku yên dixwazin aştî pêk were divê hewl bidin pêk bînin, lê desthilata Tirk niha bi mîsyona xwe ya der barê pêvajoyê de ranebe û rê nade ku komîteya parlamento bi Rêber Abdullah Ocalan re bicive. Dirbas da zanîn ku hin tevgerên şovenist ên nîjadperast ên di hundirê desthilata Tirk de hewl didin diyalogên aştiyê asteng bikin.

Siûd di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd li ser şopa xeta Rêber Abdullah Ocalan dimeşe û dev ji aştiyê bernade û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were û ji bo rêvebirina welat ber bi aştiyê ve derbasî parlamentoya Tirkiye bibe.”

‘DERENGXISTIN NÎŞANEKE NEYÎNÎ LI SER PÊVAJOYÊ YE’

Şêniyê bi navê Mesûc Mihemed jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide demê qezenc bike û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dereng dixe û got: "Ev nîşaneke neyinî ye ku pirsan li ser cidiyeta desthilata Tirk de çêdike. Ev derengxistin ne di berjewendiyên dewleta Tirk de ye."

Mesûc Mihemed destnîşan kir ku di desthilata Tirk de hinek serxistina pêvajoyê dixwazin, lê hinek din ku bi desthilatê ve girêdayî ne hewl didin pêvajoyê têk bibin û carek din şeran gûr bikin, lê eger şer dewam bike dê Tirkiye ber bi talukeyê ve biçe.

Mesûc Mihemed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bi zimanên gef û provokasyonan ne mimkun e Aştî û Civaka Demokratîk pêk werin û got zimanê gefxwarinan zimanên lawazan e û aştî bi diyalogan pêkan e.

(bb)