Şervanên Meclisa Tebqayê bersiva êrişan didin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî gundewarên herêma Meskene kirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê bersiva tund da êrişan û çete têk birin.

Şervanên Meclisa Tebqayê bersiva êrişan didin
7 kanûn, 2024   17:10
TEBAQA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ajansa me ji herêmê ragihandine, çeteyên dewleta Tirk a dagirker, êrişî gundewarên herêma Meskene ya li ser rêya Tebqa û Helebê kirin. 

Li ser bersivdayîna şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê pevçûnên dijwar derketin û êriş hat şikandin.

(a)

ANHA