Li Tebqa û Cizîrê gel ji bo koçberan seferber e

Li Tebqa û Cizîrê komkirina alîkariyan ji koçberên ji kantonên Efrîn-Şehba û bajarê Helebê dewam dike.

7 kanûn, 2024   17:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kantonên Tebqa û Cizîrê saziyên Rêvberiya Xweser û gel ji bo koçberên ji kantona Efrîn-Şehba û bajarê Helebê di seferberiyê de ne.

TEBQA

Konfederaliya Civaka Demokratîk pêngavek bi navê "Bi hev re em tengaziyê derbas bikin" pêngavek daye destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de li wargehên bicihkirina koçberan ên li Reqa û Tebqayê metbex  hatine vekirin û pêwîstiyên wê hatine amadekirin. Li van metbexan rojane xwarin ji koçberan re tê çêkirin.

Li gorî Maseya Krîzê ya Kantona Tebeqayê, li kantona Tebqayê 240 cih û 850 kon ji koçberan re hatine vekirin.

HESEKÊ

Meclisa Bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê bi hevkariya partî, sazî û komînan konek ji bo komkirina alîkariyan vedane. Piştgirîkirina şêniyan a ji Koçberan re bi xurtî didewam dike.

Rêveberê PYDˈê Fadil El Ehmed diyar kir ku ku pêwîstiyên bingehîn ên wekî nivîn, çil û madeyên xwarinê tên komkirin û pêşkêşî koçberan tên kirin.

El Ehmed bi domdarî got: "Me komîte ava kirin, têkiliyên me bi komîn, gund û şêniyan re hene da ku alîkariyê ji xwişk û birayên me yên koçber re pêşkêş bikin. Ev tiştek karekî mirovî û exlaqî ye."

Fadil El Ehmed anî ziman ku şêniyên piştgiriyeke mezin didin koçberan.

Rêveberê Saziya Perwerdeyê ya Şedadê Ehmed El Xidir jî diyar kir ku armanca van hewldanan sivikkirina êşa koçberan û got, alîkariyên têne komkirin wê ji bo cihên koçberan bên veguhestin.

JI PARTIYA EL WETEN EL SÛRÎ PÊNGAVEK

Bi heman armancê Partiya El Weten El Sûrî pêngaavek bi navê "Piştgirîkirina we erka me ye" da destpêkirin.

Di çarçoveya pêngavê de alîkarî li ber avahiya partiyê ya li bajarê Şedadê tên komkirin.

Endamê Meclisa Navendî ya Partiyê Ugula El Seîd diyar kir ku pêngavek erkekî mirovî ji bo piştevaniya bi şêniyên bi darê zorê hatine koçberkirin e.

El Seîd da zanîn ku armanca pêngavê bicihanîna pêwîstiyên bingehîn ên koçber e û got, hewldanên wan ên firehkirina çarçoveya pêngavê dewam dikin.

Rêveberê Nivîsgeha Ciwanan a Partiya El Weten El Sûrî Eymen El Casim da zanîn ku heya niha 4 kamyonên alîkariyan ku ji nivîn û xwarinê pêk tê, hatin komkirin. Eymen El Casim diyar kir ku pêngava wan dewam dike û plan dikin ku di rojên bê de jî xwe bighînin gundê Ezawî yê başûrê Şedadê da ku alîkariyên zêdetir kom bikin.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku zêdetirî 100 hezar koçberên ji kantona Efrîn-Şehba, Heleb û Hemayê xwe li Herêma Rêveberiya Xweser girtine. Rêveberiya Xweser li gorî wargehên demkî ji wan re peyda dike û pêwîstiyên wan bicih tînin, piştre van veguhezên bajar û gundewarên herêm.

(bb)

ANHA