Şervanên eniya Tişrînê tirsa ku xistiye dilê çeteyan vedibêjin

Li eniya berxwedanê ya Bendava Tişrînê ku bûye rojeva herêmê û cîhanê, şervanên YPG û YPJ’ê tirsa ku xistiye dilê çeteyên dewleta Tirk vegotin.

Şervanên eniya Tişrînê tirsa ku xistiye dilê çeteyan vedibêjin
22 kanûn, 2024   10:10
KOBANÊ

Li bendava Tişrîn û Pira Qereqozaq ji 8’ê Kanûnê (2024) ve li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedanek dîrokî ku ketiye rojeva cîhanê tê meşandin. Li hemberî hemû êrişên bi balafir, tang, top û teknîka zêde ya dewleta Tirk, şervanên YPG û YPJ’ê berxwedanek mezin dimeşînin û heta niha nehiştine ku çete û dewleta Tirk herêmê dagir bikin. 

Şervanan her wiha bi derbeyên giran, tirsek mezin xistiye dilê komên çeteyan û ew belave kirine. Lewma dewleta Tirk giraniyê dide êrişên balafiran û çekên giran.

Şervanên ku li eniya Tişrînê rûpelên dîroka berxwedanê zêde dikin, behsa berxwedan û tirsa çeteyan kirin.  

‘DEWLETA TIRK TEVAHÎ HÊZA XWE SEFERBER KIRIYE’

Şervanê bi navê Reşîd Serdar da zanîn ku ew tenê li dijî çeteyan şer nakin, li dijî dewleta Tirk şer dikin û wiha got:

“Em di roja 13’an a berxwedanê de ne. Li vir em nikarin bêjin ku tenê komên çete hene. Tevahiya hêza dewleta Tirk hatiye serferberkirin. Bi balafir, tang, top êriş dikin. lê tevî wê jî nikarin tiştek bikin, çeteyên wan newêrin xwe nêzî vir bikin. Çend cenazeyên wan ketin destê hevalan. Ji bo ku cenazeyên wan neyên dîtin an jî nekevin ber kamerayan li gel topbarana dijwar tên cenazeyên xwe dibin. Me 23-24 cenazeyên wan wisa dîtin. Berxwedana me berdewam dike.”

‘ÇETE DIREVIN’

Şervana bi navê Zeynep Zîlan jî bibîr xist ku li Tişrîn û Qereqozaq berxwedanek mezin tê meşandin û wiha axivî: “Di destê dagirkeran de teknîkek zêde; balafir, tang û  gelek çekên giran hene, lê nikarin li hemberî YPG û YPJ’ê şer bikin û paşve direvin. Dixwazin bi teknîkê êriş bikin, lê nikarin, hemû tiştên xwe dihêlin di revin, cesareta wan nemaye. Ji bo hemû hevalên xwe serkeftinê dixwazim.”

(a)

ANHA